Jinên rojnameger banga bilinkirina têkoşînê kirin 2016-10-29 09:09:08 ÎZMÎR (DÎHA) - Jinên rojnameger ên li Îzmîrê bertek nîşanî zextên li ser çapemeniyê dan û banga bilinkirina têkoşînê li hemû kesî kirin. Jinên rojnameger ên li Îzmîrê derbarê girtina kanal û radyoyên mûxalif û zextên li ser çapemeniyê de axivîn û diyar kirin ku ji 15'ê Tirmehê heta niha 2 hezar û 500 rojameger bê kar mane û banga bilindkirina têkoşînê kirin. Nûçegihana Kizilbayrak Hatîce Erhan, diyar kir ku di demên dawî de li hemberî çapemeniya azad zext zêde bûne û wiha got: "Dixwazin li pêşiya ragihandina rastiyan bibin asteng. Herî zêde jinên rojnameger ji van zextan bandor dibin. Ligel hemû zextan jinên rojnameger têkoşîna xwe û ragihandina nûçeyên rast, bêalî û bêsansur didomînin. Çapemeniya azad hertim rastî zext, êrîş, girtin û binçavkirinan tê. Gelek hevalên me yên jin di dema şopandina nûçeyan de rastî êrîşan hatine. AKP rojnamegerên jin ên serkeftî naxwaze." Alîkara Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Edîtora Rojnameya 9 Eylulê Seyhan Kurtman, anî ziman ku bi salane mafê çapemeniya azad û xwe îfadekirina azad tê binpêkirin û wiha pêde çû: "Ev bi taybet bi pêkanînên dijhiqûqî re derdikevin holê. Îktîdarê bi KHK'yan gelek kanal girtine. Heta niha 2 hezar û 500 rojnameger bê kar mane. Ev hemû jî ji ber biryarnameya KHK'ê bê kar mane. Em li hemberî vê têkoşîna xwe didomînin û em ê di têkoşîna xwe de tawîz nedin. Li Tikiyeyê pirsgirêkan jina pirsgirêkek mezine. Jinên rojnameger li hemberî vê têdikoşin." 'Em ê mafê xwe biparêzin' Nûçegihana JINHA'yê Oyku Dîlara Keskîn, jî wiha axivî: "Azadiya çapenemiyê yek ji hêmanên bingehîn ên civakek demokratîke. Bi zextên li ser çapemeniya muxalif mafê gel ê girtina nûçeyan tê astengkirin. Bi KHK'ên ku bi hinceta OHAL'ê hat derxistin dest danîne ser mafê xwe îfadekirin azad. Ji ber êrîş û zextên li ser çapemeniyê rojnameger têkoşîna mafê xwe yên bingehîn didin. Em wekî jinên rojnameger, bi hemû rojnamegerên ku bêkar mane, hatine girtin û di girtîgehan de ne di nava piştevaniyê de bin. Em ê mafê xwe yê ragihandin û standinan nûçeyan heta dawiyê biparêzin." (mb)