Girtiyê di hucreyê de 53 roj in di grevê de ye 2016-10-29 09:11:06 AMED (DÎHA) - Girtiyê bi navê Hanîfî Kuzu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne û ev 2 salin di hucreya yek kesî de tê girtin di dijî pêkanînên keyfî û bêhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê ev 53 rojin di greva birçîbûnê de ye. Kuzu banga hestiyariyê li raya giştî kir. Girtiyê bi navê Hanîfî Kuzu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê dimîne ev 2 salin di hucreya yek kesî de tê girtin di dijî pêkanînên keyfî û bêhiqûqî yên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û çalakiya wî di roja 53'emîn de ye. Bavê Kuzu Kadrî Kuzu (75) diyar kir ku li girtîgehê ewlehiya canê kurê wî tuneye ew ji jiyana wî bifikarin û wiha got: "Me ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD'ê da. Kurê min cezayê muhebetê girtiye û ev 10 salin di girtîgehê de ye. Rêveberiya girtîgehê bi pêkanînên dijhiqûqî û keyfî kurê min xistiye hucreyê. Hefteya bihûrî roja pêncşemê ez çûm girtîgehê û min bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî." Kuzu, da zanîn ku ji ber kurê wî di grevê de ye rastî zextên rêveberiya girtîgehê tê û wiha axivî: "Kurê min got; 'Ji roja ez ketime greva birçîbûnê heta niha îşkenceyê li min dikin û rastî heqaretê têm' kurê min xwest îşkenceya li ser wî ji raya giştî re bê gotin û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Ji ber ez û dayîka wî kalin em ndi çûna Rîzeyê de zehmetiyan dikişînin. Ez dixwazim kurê min bînin girtîgehekî nêzî me. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim." (mb)