Îşkence li girtiyê nexweş kirin 2016-10-29 10:15:36 ANTALYA (DÎHA) - Girtiyê nexweş Îdrîs Çalişkan ê ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmirê sewqî Girtîgeha Şakranê kirin rastî îşkenceya leşker û gardiyanan hat. Zext û îşkencela li ser girtiyan her roj bi rengekî cuda derdikeve holê. Girtiyê nexweş Îdris Çalişkan ku ji Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmirê sewqî Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmirê hat kirin, di rêde rastî îşkenceyê hat. Birayê Îdrîs Çalişkan Lokman Çalişkan piştî çû hevdîtina birayê xwe ya hafteyî diyar kir ku Îdris Çalışkan, dema sewq kirine îşkence li wî kirine. Lokman Çalişkan, anî ziman ku birayê wî di rêde ji aliyê leşkeran ve rastî îşkenceyê hatiye û dema anîne girtîgehê jî ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatiye. Lokman Çalişkan, da zanîn ku bi zorê ew tazî kirine û bi saetan li ser betonê dane rawestandin û wiha got: "Ewlehiya birayê min tune ye. Birayê min 25 salin girtî ye. Divê birayê min ji piyê xwe emeliyat bibe. Lê li girtîgehê nayê dermankirin. Disa nexweşiyên din jî pêre hene û divê bê dermankirin. Lê rayedarên girtîgehê ne derman dikin û ne jî îlacên wî didin wî. Çalişkan, da zanîn ku demek dirêj e li Girtîgeha Şakranê pêkanînên li dijî mirovahiyê hene û îşkenceya giran tê meşandin. Çalişkan, bilêv kir ku pêkanînên tên meşandin li dijî mirovahiyê ye û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dan. Çalişkan, bilêv kir ku ger birayê wî neyê dermankirin jiyana wî di talûkeyê de ye. Rayedarên girtîgehê jî diyar kirin ku dê der barê mijarê de nikaribin agahî bidin. (mae)