Ji rojavayê Mûsilê jî operasyon hat destpêkirin 2016-10-29 10:32:17 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Heşd El Şeebî dest bi operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê kir. Serê sibehê hêzên Heşd El Şeebî dest bi operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê kir. Berdevkê Heşd El Şeebî Ehmed Esedî têkîldarî operasyona ku dane destpêkirin wiha got: “Hêzên me di qonaxa duyemîn a operasyona mezin de li herêma rojavayê bajarê Mûsilê dest bi operasyonê kir. Heşd El Şeebî amade ye hemû herêmên di bin destê DAIŞ’ê de kontrol bike.” Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de heta niha gelek herêmên li bakûr, rojhilat û başûrê Mûsilê ketiye bin kontrola hêzên Iraq û pêşmergeyan. Armanca Heşd El Şeebî bajarokê Telefer ê ser bi Mûsilê ye ku du sal beriya niha ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê. Telefer bajarokê herî mezin ê Iraqê ye. 30 kîlometre dûrî rojavayê Mûsilê ye. (sa)