Rojnameger Çoban nayê derman kirin 2016-10-29 11:08:25 MÊRSÎN (DÎHA) - Li Girtîgeha Jina ya Tarsusê 3 jinên girtî hatin derpkirin û belavkara Azadiya Welat Şîrîn Çoban ku nexweşe û nikare xwarinê bixwe nayê dermankirin. Girtîgeha Jinan a Tarsusê ku beriya niha jî ji ber pêkanînên xwe yên binpêkirina mafan ketibû rojevê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî didomîne. Parêzer Tugay Bek ê ku çû girtîgehê û bi muwekîla xwe re hevdîtin pêk anî diyar kir ku jinên girtî hatine derpkirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin. Belavkara rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban a ku li Akdenîza Mêrsînê dirûne û di 7'ê Îlonê de hat binçavkirin û hat girtin, ji ber nexweşiya di devê wê de heye nikare devê xwe bikarbîne. Çoban ji bo dermankirinê serî li nexweşxaneyê da û serlêdana wê hat redkirin. Hat ragihandin Çoban li girtîgehê bi xwarinên şilavî dijî. Li aliyê din3 jinên ji Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên li Girtîgeha Jinan a Tarsusê ji bo biçin kawişa hevalêb xwe daxwazname dan. Daxwaznameya her 3 jinan ji aliyê rêveberiya girtîgeê ve hat redkirin, û derbarê wan de lêpirsîna disîplînê hat vekirin û ji aliyê gardiyanan ve hatin derpkirin. (mb) 29.10.2016 - 11:07:02