11:37 04/9/2016 |
|
Serokwezîr Binali Yildirim îro tê li Amedê "Pakêta Aboriyê" ya razemeniya 22 bajaran aşkere dike. Heta niha gelek wezîr hatin pakêtên razemeniyê aşkere kirin, lê hemû bê encam derketin. Her ku pakêtên razemeniyê hatin aşkerekirin bajar xizan bû. Li gorî daneyên 2006-2015'an pakêtên teşwîkê reng û rûyê aboriyê neguhert û Amed bêtir xizan bû.
|
09:10 01/9/2016 |
|
Li gundê Ortakoy a navçeya Xinûsê Bendava Avdanê ya Başkoyê qada hilberîna fasûliya şekar a ku tekane çavkaniya debarê ye tune dike.
|
09:03 28/8/2016 |
|
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê ji ber rêzabazê avdanê ya nebaş avan şirîn a Deryaya Egeyê tevli avên binerdî dibe. Ev yek li Deşta Cuma gefan li cureyên berhenan ên dewlemend dixwe. Endezyarê jeolojiyê Yakup Şîmşek diyar kir ku ev dibe sedema ku li Torbaliyê çandinî biqede û dê bibe sedema gelek nexweşiyan.
|
09:05 27/8/2016 |
|
Li Enqereyê berî Cejna Kurdanê ji niha de sewalên qurbanî li pazarên sewalan cihê xwe girtin. Li bendê ye ku ev bazarên sewalan di rojên pêş de zindî bibin. Lê sewalhar îsal ji ber şerê heyî zêde ji bazarê ne bi hevî ne.
|
09:05 26/8/2016 |
|
Esnafê Wanê yên ku debarê xwe bi hûnerê destan a wekî sobe û semaweran dikin, ji ber bihabûna jiyanê û aloziya pêvajoyê zehmetiyên cidî dikişînin. Ji ber bêeleqedarbûnê humera destan li herêmê berbi tunebûnê ve diçe.
|
10:44 25/8/2016 |
|
Şer û pevçûnên li welat bi destê dewletê tê meşandin bandoreke neyînî li ser aboriyê jî dike. Esnafê mezin ê ku kar nake, "Bît Bazara" ku welatiyên xizan serî lê didin jî di binê krîzê de ye. Murat Kaya yê ku ev 30 sal e li Enqereyê alavên destê duyemîn difiroşe, diyar kir ku heta bi kurdan re aştiyek çênebe dê ev rewş berdewam bike.
|
13:47 13/8/2016 |
|
Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) der barê butçeya leşker û polîsan de rapor amade kir û diyar kir ku butçeya leşker û polîsan ji butçeya perwerdehî û tenduristiyê zêdetir e.
|
09:11 09/8/2016 |
|
Karkerên hemal ên di Lîmana Mersine de dixebitin diyar kirin ku wekî koleyan dixebitin. Piştî li lîmanê 4 karker jahrînî bûn karkerna şert û mercên lîmanê vegotin. Karkeran anîn ziman ku karkeran dixin pêşbirga kar û hesabê wan ê bankê tên desteserkirin. Karkeran anîn ziman ku her meh ji her karkerekî 300 tl pere qut dikin û 210 tl fonên teşfîkê jî desteser dikin.
|
09:07 08/8/2016 |
|
Polîtîkayên AKP'ê yên şer bandora xwe li ser aboriya rençber û çotkaran jî kir. Rençber Sabahattin Zengin, diyar kir ku ger şer wisa bidome êdî nikarin çandinî û çotkariyê bikin.
|
09:06 07/8/2016 |
|
Serokê POYD'ê Ali Kizildag, krîza li ser turistin û aboriyê nirxand û diyar kir ku ji bo li Tirkiye turîzm pêş bikeve divê şer bi dawî bibe topbaran bi dawî bibe û aştî pêş bikeve.
|
10:07 03/8/2016 |
|
Şkefta Xwê ya Navçeya Qulpê ya Îdirê pêdiviya xwê ya gelek bajarên Kurdistanê temîn dike. Ji ber ku ji gelek nexweşiyên wekî astim, bronşît û hwd re dibe derman, ji hêla tûrîstên neteweyî û navneteweyî ve gelekî tê ecibandin.
|
09:03 03/8/2016 |
|
Deşta Amîkê ya Hatayê xwedî hezar 800 donim erdê çandiniyê ye, ji ber ku bi rêk û pêk nayê avdan û tevdîr nayên girtin terkî qedera xwe hatiye kirin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê Ahmet Seven, bang li rayedaran kir û xwest demek ji ya din zûtir bi pergala teknolojiyê ya bi dilopî ev ax bên destek kirin.
|
14:43 01/8/2016 |
|
Li gor daneyên Meclîsa Îxracatkarên Tirkiyeyê, di meha Tîrmehê de îxracat li gor heman mehê ya par rêje ji sedî 18,7 ket û bû 8 milyar û 779 milyon dolar.
|
09:11 01/8/2016 |
|
Piştî îlan kirina OHAL'ê her roja ku derbas dibe li Tirkiyeyê krîza aborî kûr dibe, ji vê krîzê sektora herî zêde pê bandor dibe jî seravanî ye. Çotkarên ku kîloya îsota dida 4 lîreyî bi krîza nû re kîloya îsota bi lîreyekî diçe, çotkaran bang li hikûmetê kir ku dest ji vê şaşitiyê berde.
|
12:41 31/7/2016 |
|
Komxebata Pazara Herêmî ya Alternatif ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pirsgirêkên aborî yên li Kurdistanê amade kir, dest pê kir.
|
09:23 28/7/2016 |
|
Rênçberên zeytûnan yên Îzmirê îsal bi qasî dixwestin berhem bi dest nexistin. Rençberan ji ber ku îsal hindik berhem kom kirin xwestin hikûmet buhayê KDV'ê ya ji sedî 8 kêmtir bike.
|
09:06 26/7/2016 |
|
Bi polîtikayên şer ên Tirkiyeyê re saziyên derecekirina krediyan puanên Tirkiye daxist. Saziyên puandayîna krediyan ku di serdema şer de puanên Tirkiye zêde kir, piştî polîtîkayên şer puanên Tirkiye daxist.
|
08:31 25/7/2016 |
|
Konsepta şer, teqînên qewimîn piştî hewldana darbeyê û OHAL'ê sektora turîzmê ku demsaleke baş derbas nekir anî asta tunebûnê. Bi betalkirina desturan ve turîzmvanên ku îsal hêviyên xwe li turîstîn cihî ve girêdabûn ew ji vegeriyan malên xwe. Karkeran gazincên xwe wiha anîn ziman: "Hêviya me ew e ku dê di demeke kin de aramî pêk bê. Heke ne wisa be dê rewş wehîm be."
|
14:22 22/7/2016 |
|
Îktîsatvan û rexnegira aboriyê Gaye Yilmaz, têkildarî aboriya Tirkiye nirxandinên girîng kir. Yilmaz, diyar kir ku rewşa heyî ya karsaz û esnafan nîşan dide ku krîzek mezin a aborî li ber deriyê Tirkiyeyê ye.
|
09:08 22/7/2016 |
|
Li Tirkiye piştî qeyranê di qada aborî de jî qeyran derket. Bazirganiya otomotivê xetibî û esnafên otomotîvê êdî neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin.
|