| 10:19 30/10/2016 |  | Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku geşedanên dawî ji DÎHA’yê re nirxand, ji bo yek ji aktorên “Konsepta Ewlehiyê” Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wiha got: “Tam jî zilamê karên pîs e.” Demîrtaş dest nîşan kir ku, ew dê li dijî polîtîkayên qirêj netirsin û nerevin û ev peyam da: “Em ê heta bêhna xwe yî dawî li ber xwe bidin.” | 
										
									
										| 09:21 30/10/2016 |  | Parêzvanê mafê mirovan û parlamenterê berê Akin Bîrdal diyar kir ku AKP a ku xitimiye, tenê avakirina kaosê di destê wê de maye û wiha got: "Em jî li dijî kaosê dibêjîn hêvî û piştevanî." | 
										
									
										| 10:42 29/10/2016 |  | Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken diyar kir ku hemleya siyasî ya ku hefteya borî KCD, KJA, DBP û HDP'ê aşkera kir, dê împaratoriya tirsê ya ku AKP'ê ava kiriye hilweşîne û pêvajoya ku dawiya wî bîne, dê  bi xwe re bîne. | 
										
									
										| 09:13 29/10/2016 |  | Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji ber polîtîkayên Erdogan ên zextan, polîtîkaya wî ya derve û hundir zirar dibîne û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiyeyê yên li derve ji aliyê Erdogan ve hatine qedandin. Polîtîkayên Erdogan ên li Rojhilata Navîn dê polîtîkayên li derve binbixîne." | 
										
									
										| 14:29 28/10/2016 |  | Bi hzaran gelê Amedê li gel hemû astengiyan çalakî pêk anî û li dijî tundiya dewletê bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku di salên 90'an ne tetelefon û ne jî înternet hebûn wiha got "Em dê tax bi tax xwe bi rexistin bikin. Hemû kes hevserokê giştî ne. Her kes rêveberên partiyê ne. Em li hemberî vê faşizmê serî natewinin. | 
										
									
										| 11:41 28/10/2016 |  | Ji bo şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Amedê bi sedan kes li ber avahiya şaredariyê û navçeya Rezana Amedê li hev kombûn. | 
										
									
										| 13:25 27/10/2016 |  | Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, helwesta AKP'ê ya li hemberî darazê rexne kir û diyar kir ku AKP du rû tev digere û ne durist e. | 
										
									
										| 10:09 27/10/2016 |  | Cîgira Hevseroka HDP'ê Aysel Tugluk, bal kişand ser tundiya îktîdara  AKP'ê ya li ser gelê kurd dimeşîne û wiha got: "AKP bi van êrîşên xwe herî zêde zerarê dide Komara Tirkiye. Divê dewlet dest ji vê hewldana jiyana hevpar berde. | 
										
									
										| 10:05 27/10/2016 |  | Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, diyar kir ku AKP û Qesr ji bo dabekarên siyasî yên ku ketine nava partiyan veşêre êrîşî HDP, DBP'ê hêzên demokratîk dike û wiha got: "Bila hikûmet hişê xwe bîne serê xwe. Em kurd ne bê alternatîfin." | 
										
									
										| 09:04 27/10/2016 |  | - Endama Tevgera Ji bo Demokrasiyê û Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas, bang li her kesî kir ku ji bo demokrasiya tirkiye têkevin nava tevgerê û got: "Cihê şer lêhebe demokrasî tune. Maf û hiqûq tune. Tirkiye li ser piyê zinar e. Ger ku  di zinar werbe dê bibe hezar perçe. | 
										
									
										| 09:04 27/10/2016 |  | Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken derbarê operasyona Mûsilê de got ku gel û hêzên Rojhilata Navîn bi tu awayî naxwazin Tirkiye tevli operasyona Mûsilê bibe. | 
										
									
										| 13:58 26/10/2016 |  | Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken, diyar kir ku êrîşên niha pêş dikevin ji hiqûqa şer wêdetir e û wiha got: "Em dê li dijî êrîş û mêtîngeriyê têbişokin. Li dijî me polîtîkayên dijminantiyê tên meşandin. Heta ku em van êrîşan pûç bikin em dê têbikoşin. | 
										
									
										| 10:26 26/10/2016 |  | HDP, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê dan û da zanîn ku Erdogan-AKP dê nikaribin vîna gel teslîm bigirin. | 
										
									
										| 09:15 26/10/2016 |  | Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku ev pêvajoya ew têre derbas dibin pêdiviya rêxistinbûyînê bi xwe re aniye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze hêza siyaseta gelê kurd zeyîf bike û belav bike. Li hember vê tişta pêwîst xwebirêxistin kirine." | 
										
									
										| 09:07 25/10/2016 |  | Hîndekara Beşa Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Mêrsînê Esra Erguzeloglû anî ziman ku, Tirkiye ji ber polîtîkayên enerjiyê polîtîkayên xwe yî derve guhertine û dest nîşan kir ku, dê di navenda peymanên enerjiyê de Îskenderûn, Edene û Mêrsîn hebin. | 
										
									
										| 17:34 24/10/2016 |  | Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, esnafên Dersimê ziyaret kir û waliyê ku gef li esnafan xwar hişyar kir. Tuncel, anî ziman ku girtina deriyê derabeyan, mafê herî demokratîk ê esnafan e. | 
										
									
										| 15:35 23/10/2016 |  | Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di kongreya partiya xwe ya Sêrtê de axivî û diyar kir ku li ser wî zextek mezin tê meşandin û wiha got: "Lê dêev zext moralê min xira neke. Gelê kurd dîroka bêqeyom dişikîn û bêtir nêzî azadiyê dibin." | 
										
									
										| 14:45 23/10/2016 |  | Siyasetmedar, sendîkavan, rojnameger, akademîsyen û parazvanên mafên mirovan ên beşdarî "Tevgera Ji bo Demokrasiyê" bûn diyar kirin ku dê bi tifaqî serkeftinê bi dest bixin û destnîşan kirin li dijî "Eniya millî" Eniya Demokrasiyê şert e. | 
										
									
										| 13:04 23/10/2016 |  | Gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar, nûnerên saziyên jiann, akademisyen, parazvanên mafên mirovan û rojnameger  di civîna “Yekîtiya Ji bo  Demokrasiyê" de hatin cem hev. Di civînê de Wekîla berê ya CHP'ê ya Stenbolê Binnaz Toprak, diyar kir ku ya girîng hatina wan a cem hev e. Ji ber ku hatin cem hev dê  serkeftinê bi dest bixin. | 
										
									
										| 11:38 23/10/2016 |  | Ziyaret û gera heyeta Ewropa û EGAM'ê ya li Amed û Mêrdîn bi dawî bû. Heyet dê çavdêrî û hevdîtinên li Kurdistanê bike rapor û pêşkêşi Parlamentoya Ewropayê bike. |