15:36 12/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel agahiya di operasyonên li dijî DBP û HDP'ê de 136 kes hatine parve kir û wiha got: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tirkiye dema xwe ya herî qels dijî. Ji bo tirsa xwe veşêrin ji hemû kesan re dibêjin vaye meydan."
|
15:12 12/10/2016 |
|
Dozgerê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îtirazî tehliyekirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek kir.
|
14:55 12/10/2016 |
|
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi parlementerên HDP'ê re li Silopiya gel ziyaret kir da zanîn ku operasyonên qirkirina siyasî yên 2009'an di bin navê KCK'ê de hatibûn destpêkirin û bi navên cuda berdewam dikin.
|
13:40 12/10/2016 |
|
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî DBP û HDP'ê de bi sedan hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê hatin girtin. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku girtina rêveberên HDP'ê avakirina bingeha wekîlên HDP'ê ye. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Seydî Firat jî anî ziman ku girtina rêveberên HDP û DBP'ê têkçûna AKP'ê ye.
|
12:07 12/10/2016 |
|
Serokwezîr Bînalî Yildirim, di civîna partiya xwe ya serokên bajaran de derbarê kuştina rêveberên partiyan xwe de axivî û gef li aliyan xwar.
|
12:06 12/10/2016 |
|
Siyasetmedarê kurd Dr. Mahmud Osman têkîldarî hebûna hêzên tirk a li başûrê Kurdistanê diyar kir ku armanca mayîna Tirkiyeyê di nava xaka Iraqê de tenê kurd e, ne DAIŞ e û dixwaze li dijî gelê kurd û PKK’ê şer bike.
|
11:49 12/10/2016 |
|
Serokwezîrê Iraqê Ebadî û parlamenterên iraqî li hemberî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên "hedê xwe bizanibe" nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku Iraq ne eyaletekî osmaniyan e.
|
14:58 11/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, di civîna meclîsê de diyar kir ku ji ber milê darbeyê yê siyasî digêje AKP'ê, naxwaze milê darbeyê yê siyasî ronî bike.
|
12:05 11/10/2016 |
|
arlementerê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş qedexekirina bîranîna salvegera Komkujiya 10’ê cotmehê şermezar kir got ku yênpar hevpariya komkujiyê kirin îsal bîranîn qedexe kirin.
|
09:57 11/10/2016 |
|
Parlamenterên Ewropayê yên li dijî "darbeya destnedayînê" ya ku parlamenterên HDP'ê dane destpêkirin, bi 55 parlamenterên HDP'ê ve bûn "wekîlên destbira" û di kampanyayê de hedef gihîştina 550 parlamenteran e.
|
11:09 10/10/2016 |
|
Parlamenterekî Dewleta Yasa ya Iraqê Dr. Ednan Esedî diyar kir ku divê ew kesên destê wan di hatina leşkerên tirk a ser axa Iraqê de heye, bi sûcê xiyaneta mezin bên darizandin.
|
14:02 09/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku li Geverê ji aliyê polîsanv e qetilkirina 4 sivîlan encama siyaseta ku kurdan wekî sûcdarên potansiyel dibînin e û ev yek derveyî polîtîkaya AKP û gotinên Erdogan nîne.
|
11:53 09/10/2016 |
|
Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan diyar kir ku, di bingeha dirêjkirina OHAL’ê û êrîşên li dijî çapemeniyê de, avakirina modela dewleteke “Îslama Siyasalî” ya ku AKP dixwaze ava bike heye.
|
09:17 08/10/2016 |
|
Rojnameger Husnu Mahalî diyar kir ku, Tirkiye li Sûriye û Iraqê polîtîkayeke mezhebî dimeşîne û beriya operasyona Mûsilê li dijî şîiyan xwe bi cih kiriye û wiha got, “Sûudî Erebîstan û Katar ên ku berê Seddamî li dijî Îranê xistin şer, niha dixwazin Tirkiyeyê û Îranê bera hev bidin. Heke Tirkiye dev ji van polîtîkayên xwe bernede, ez dibêm îhtîmal ji sedî 70’ê dê şerê Îran-Tirkiyeyê pêk bê.”
|
16:46 07/10/2016 |
|
Hevseroka KCD’ê Leyla Güven li Geverê di civîna gel de axivî û diyar kir ku AKP bi hin eşîrên herêmê serî li lîstikên cuda dide.
|
13:03 07/10/2016 |
|
Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, bi boneya pêkanînên têkildarî "Planên Çalakiyên Rizandinê" ku hikûmetê digot "planek wisa nehatiye amadekirin" bê bersivandin, pêşniyarname da meclîsê. Onlu, di pêşniyarnameyê de diyar kir ku ew planên ku we înkar dikirin yek bi yek dikevin meriyetê.
|
13:43 06/10/2016 |
|
Hevseroke Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik rastiya dewleta tirk a nijadkuj bi girtina kanalên televîzyon û radyoyan xwe daye der û nirxandina "Dawiya dawî dewleta tirk û îxtidara AKP’ê ji ber van sûcên xwe dê bê darizandin" kir.
|
09:09 06/10/2016 |
|
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim diyar kir ku dema ku dawiya desthilatdaran tê şîdet û terorê derdixin asta herî jor û nirxandina "Ji ber ku Erdogan dizane dawiya wî hatiye rê û rêbazên terorîzmê dide meşandin" kir.
|
15:58 05/10/2016 |
|
HDP li hemberî ambargoya ku li hemberî wan tê meşandin bişîkîne dest bi kampanyaya 'HDP'ê ji HDP'ê bi şopînin' ji bo dengê xwe bide bihîstin dide destpêkirin.
|
13:46 05/10/2016 |
|
Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ji bo îfade bide hişyariya bi zorê dê îfade bide hatibû kirin diyar kir ku li ser biyara ku partiya wan deye dê neçe û îfade nede.
|