16:21 16/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, di 4'emîn Kongreya Asayi ya DBP'ê ya Dîlokê de diyar kir ku di salek dawî de 2 hezar û 500 endam û rêberên wan hatine girtin. Tuncel, anî ziman ku li gel hemû êrîşan ew disa li ser piyan in.
|
09:16 16/10/2016 |
|
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku kesên ku beşdarî civîna eşîran bûne serokeşîr nînin kesên ku di salên 90'an de bi JÎTEM'ê re xebitîne û cerdevan in. Botan ji bo wan kesan nirxandina "li gundên xwe jî tu bandora wan tuneye" kir diyar kir ku ji bo kuştinên kiryar nediyar ên nû bingeh tê amadekirin.
|
09:10 16/10/2016 |
|
Alk. Doç. Dr. Zafer Fehmî Yoruk, gotina Jean Paul Sartre a di serdema Şerê Cezayirê de gotibû "Fransa demekê navê welatekî bû, lê niha ew navê nexweşiya ruh e." bibîr xist û wiha got: "Li Tirkiye jî rêveçûn vê yekê nîşanî me dide. Hikûmet li şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêkan kor dike. Li şûna ava bike xera dike."
|
16:11 15/10/2016 |
|
Salîh Muslîm di kongreya Syrîzayê de axivî û diyar kir ku qedera gelê Kurd û gelê Yewnan yek e.
|
11:16 15/10/2016 |
|
HDP a ku di 4'emîn salvegera damezirandina xwe de hemû rêxistinên xwe kom kir xebatên xwe yênsiyasî yê 4 salan û projeyên xwe yên pêşerojê nîqaş dike. Civîn damezirînerên HDP û û siyasetmedarên ciwan gihan hev û hejmara zêde ya jinan bal kişand.
|
10:49 15/10/2016 |
|
Parlamentera Iraqê Ferdus Ewadî têkîldarî hêza leşkerî ya Tirkiyeyê diyar kir ku sedema bicihbûna atêşa Tirkiyeyê li Başîka rizgarkirina zêdetirî 2 hezar hezar endamên DAIŞ’ê ne ku niha li Mûsilê dimînin û di nava wan de efserên tirk jî hene.
|
09:05 15/10/2016 |
|
Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Bervîn Buldan, diyar kir ku di vê pêvajoya ku şer dijwar dibe û vîna gelan ji destê wan tê derxistin pêwiste armanca her kesî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan be. Buldan, xwest her kes dijberî rejîma Serokdewletiyê têkoşîna xwe xurt bikin.
|
09:04 15/10/2016 |
|
Parlementerê HDP’ê Osman Baydemîr ê bi heyeta HDP’ê re çû Başûrê Kurdistanê, têkildarî hevdîtinan got: “Em ji hevdîtinan bi hêvî ne û hêvî dikin ku em ê di demek nêz de xebera xêrê bistînin.”
|
09:03 15/10/2016 |
|
AKP’ya ku daxwaza qanûna bingehîn a civakê li gor pêdiviyên xwe disêwirîne, di referandûma 12’ê îlonê de bi piştevaniya lîberalan gavekê nêzî pergala serokatiyê bûbû, niha jî bi piştevaniya netewperest û ergenekonciyan dixwaze xwe bigihîne vê pergalê. Lê belê gelek lîberalên ku di referandûma 12’ê îlonê de gotibûn “têr nake, lê erê" û piştevaniya AKP’ê kiribûn, niha gelekê wan di girtîgehê de ne.
|
14:35 14/10/2016 |
|
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç û Hevserokê GABB'ê Tuncer Bakirhan bi Serokê Parlamentoya Katalonyayê Carme Forcadelli Lluis re hevdîtin pêk anî.
|
13:14 14/10/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya Syriza de bang li hemû gelên cîhanê kir û xwest hemû gelên cîhanê li dijî faşîzma gerdûnî bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.
|
09:15 14/10/2016 |
|
Li Tirkiyeyê mijara Qanûna Bingehîn a ku bi dehan sal e ji aliyê civakê ve tê daxwazkirin û tim dibe amûra siyasetê, derket holê ku careke din jî ne li gorî pêdiviyên civakê, dê wekî metneke li gorî pêdiviyên îktîdarê bê sererastkirin.
|
09:01 14/10/2016 |
|
Hevserokên DBP û HDP’ê yên Enqereyê bertek nîşanî êrîşên li dijî partiyên wan tên kirin dan û diyar kirin ku sedema êrîşên hikûmeta AKP’ê û Erdogan yên li dijî siyasetmedarên kurd ji tirsa wan a li hemberî hêza siyaseta kurd e.
|
14:48 13/10/2016 |
|
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku xebatên alîkariyê y
|
14:12 13/10/2016 |
|
Parlamentera Iraqê Avatûf Nema pêşnûmeyek pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û xwest, li gorî qanûnên Iraqê PKK'ê bi fermî nas bike.
|
14:09 13/10/2016 |
|
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP'ê bertekên tund nîşanî hikûmetê da û wiha bersiv da Serokwezîr Yildirim: "Em li vir in. Em naçin tu deveran."
|
14:06 13/10/2016 |
|
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel çû serdana avahiyên HDP û DBP'ê yên Amedê ku rastî serdegirtina polîsan hatin.
|
11:33 13/10/2016 |
|
Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê KE Jagland re hevdîtin kir û li ser rewşa antî-demokratîk a li Tirkiyeyê axivîn.
|
09:32 13/10/2016 |
|
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên Dîktatoriya Parlementer û dîktatoriya bi navê Sekordewletiyê de nikarin bi wekî demokrasiye bidin qebûlkirin.
|
17:21 12/10/2016 |
|
Heyetek di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ji bo tevlî kongreya SYRÎZA bibe diçe Yewnanîstanê.
|