DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Leşkeran ciwanekî bi îşkenceyê binçavkirin

 
29 Cotmeh
20:55 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Li Silopiyayê leşkeran ciwanê bi navê Celîl Bordogan derb kirin û ew binçavkirin.

Li gundê Rihaniyê yê navçeya Silopiyaya Şirnexê leşkerên ku bi ser malan de girtin ciwanê bi navê Celîl Bordogan bi îşkenceyê binaçvkirin. Leşkerên ku li malê lêgerîn kirîn ewil cilên Bordogan jê kirin û îşkence lê kirin. Leşkerên ku îşkence pêk anîn, ava sar bi laşê Bordogan de kirin û pişt re ew birin Qereqola Cemdermeyan a gund.

Hate hînbûn ku Bordogan hîn li qereqola gund tê ragirtin.

(kom/no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN