DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

12:11 26/4/2016
 
Polîtîkaya şerê AKP-Qesrê cotkar anîn ber îflas ê
Ji ber polîtîkaya şerê AKP-Qesrê, hilberînerên kartolan jî hatin ber îflas ê. Hilberînerên ku bi kedeke mezin a bi mehan kartolan diçînin, kîloya wan bi 40 qurişî difroşin bazirganan. Hilberînerên ku hatin ber îflasê, êdî dest bi firotina mator û zeviyan kirin.
09:13 19/4/2016
 
Kamyonvan: Ji ber polîtîkayên şer em kar nakin
Ajokarên kamyonan ên li Sîteya Barkêşiyê ya Edeneyê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê êdî kar nakin û tevan kontakên erebeyên xwe girtine. Ajokaran, diyar kirin ku piştî Tirkiye ket nava qeyrana aborî ew jî betal mane û nikarin kar bikin.
09:46 18/4/2016
 
Esnafên Wanê hatin ber îflasê
Li navçeya Elbakê ku 81 kîlometre durî navçeya Geverê ya di bin dorpêça hêzên dewletê de ye û tekane çavkaniya debara welatiyan bazirganiya sînor e ji ber dorpêçê esnafên navçeyê hatin asta îflaskirinê. Esnafên navçeyê bi gotina "Yan vî şerî rawestînin an jî ji gel dur bisekinin" li dijî AKP'ê îsyan kirin.
09:09 18/4/2016
 
Esnafên halê ya Edeneyê bi îsyan in
Esnafên hala Edeneyê ji ber polîtîkayên AKP'ê yên şer îsyan dikin û diyar dikin ku ji ber polîtîkayen şer êdî hatine nokteya înfasê. Esnafan, anîn ziman ku ji ber li Kurdistanê şer heye nikarin team û sebzeyên xwe bişînin Kurdistanê û êdî zerar dikin. Serokê Odeya Kabzamallarê ya Edeneyê Şefik Ozbey, anî ziman ku îsal rewşa esnaf û simsaran nebaş e.
09:10 17/4/2016
 
Ji ber şer êdî turîst nayên Germavên Baginê
Germavên Bagin ê turîstan eleqeyeke mezin nîşan didan ji ber şer êdî kes nayê. Xwediyên kergehan diyar kirin ku ji ber şerê diqewime mexdûr bûne, ji ber qereqolên li herêmê darên berûyê tên jêkirin û lewma pezkovî jî nayên herêmê.
09:10 14/4/2016
 
Rojaniya karkerên cotkariyê tenê zikê wan têr dike!
Li Çukurovayê karkerên cotkariyê bi gelek pirsgirêkan demsala biharê pêşwazî kirin. Karkeran diyar kir ku jiyana wan tenê di navbera mal û zeviyan de derbas dibe û rojaniya wan jî wekî sala berê ye. Karkerên destnîşan kir ku bi destpêkirina şer tengasiyên wan zêdetir bûne û tenê ji bo têrkirina zikê xwe dixebitin.
09:14 13/4/2016
 
Polîtîkayên îxtîdarê zerarê dide çotkaran
Çotkarên li Edeneyê ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê hatin nokteya ku îflas bike. Çotkaran diyar kirin ku ew çandinî û çotkariyê dikin, lê belê lêçûna wan ji hatina wan zêdetir e û ji ber polîtîkayên şer zerarê dikin.
11:38 12/4/2016
 
Şerê AKP'ê li serktora înşaetê jî xist
Polîtîkaya şer a AKP'ê bi her alî derbên giran li aboriya Tirkiyeyê dixe, sektora înşaetê ya ku di dema AKP'ê de wekî "lokomotîf" dihat bi navkirin, di demên dawî de gelekî zehmetiyan dikişîne. Karkeran diyar kir ku ew di peydakirina kar de gelekî zehmetiyan dikişînin, bi taybetî keda wan û keda koçberan tê metîngerkirin. Berdevkê Sendîkaya Karkerên Înşaetê ya Edeneyê Recaî Gerçel, diyar kir ku di sektora înşaetê de bilindbûnek wekî balonê heye, hin karker jî bi pêvajoya şer re bê kar man.
14:00 11/4/2016
 
Bankaya Navendî daneyên kêmaniya cariyê yên meha sibatê daxuyand
Li gor daneyên Bankaya Navendî(MB), kêmaniya carî (mêzêna di navbera îthalat û îxracatê de) ya 12 mehan wek 30,51 milyar dolar pêk hat.
12:45 11/4/2016
 
Her malek û darek
Şaredariya Elbakê ya Wanê li dijî talankirin û wêrankirina dewletê ya li Bajarê Kurdistanê 20 hezar şitlên darên team li welatiyan belav kir û hewl dide debarê xurt bike. Şaredarî, bi kampanya "Bila li ber deriyê her malekê darek team hebe" hewl dide piştgiriyê bide aboriya komînal.
11:38 05/4/2016
 
Polîtîkayên AKP’ê turizm têk bir
Îxtîdara AKP’ê ji ber di polîtikayên şer de israr dike, bandora xwe li gelek xanên jiyanê dike. Ji ber şerê heyî tûrîzma tirkiyeyê têk çû. Bi taybetî rezervasyonên otelan ji sedi 40 hatin betalkirin. Nûnerê Sendîkaya Karkerên Turîzmê ya Şoreşger a Stenbolê Ali Karabudak, diya kir ku xelasiya vê qeyranê ne gotina ‘Em dê heta dawi bi terorê re şer bikin' e û wiha got: "Çareserî azadiya mafan û jiyana demokratîk e."
18:57 04/4/2016
 
DTSO: Li Sûrê aborî bi awayekî cidî rastî alwaziyekê hatiye
DTSO di anketa xwe ya derbareyê "qedexeya derktina kolanan" a li Sûra Amedê ya tesîra li ser aboriyê aşkere kir. Di baregeha anketê de bi 395 kargêr û esnafan re hevdîtin pêk hatiye û di encama wê de li tevayiya bajêr di kar de lawaziyek xwe daye der û bi awayekî zêde dahata esnafan kêm bûye.
09:09 30/3/2016
 
Mêşvanî tarza jiyanê ye
Li navçeya Bazarcixê ya Gurgumê mêşvanên ku salê 8 mehan ji bo xwedîkirina mêşan di nava zor û zahmetiyan de jiyana xwe li çiya û zozanan derbas dikin, diyar kirin ku mêşvanî çand û tarza jiyanê ye. Mêşvanan, anîn ziman ku niha hingivê li piyasê erzan tê firotin, ji bo tenduristiya mirovan nebaş e û xwest wezir li hemberi hilberîna hingivê sexte bêdeng nemîne.
09:05 25/3/2016
 
Turizm têk çû û karger bêçare ne
Ji ber polîtîkaya derve ya hikûmeta AKP'ê û bombeyên diteqin sektora turîzmê ber bi têkçûnê ye. Gelek turîst û acenteyên gerok ên biyanî rezervasyonên xwe ji ber rewşê betal kirin û ekolojîst û pisporên turîzmê destnîşan kirin ku divê dewlet ji cihê piştgiriya madî dev ji polîtîkayên xwe berde.
14:39 24/3/2016
 
BN faîzên xwe bi awayekî sabît westirand
Bankaya Navendî, faîza xwe yî repoyê ya heftane di rêje 7.50'î de bi awayekî sabît westirand.
09:03 24/3/2016
 
Sê alî av e lê Semsûr bêav e!
Li gel ku ji aliyê avhewa û çandiniyê ve xwedî gelek şert û mercên guncav e jî karên çandinî û sewalkariyê her ku diçe li Semsûrê dimire. Tevî ku sê aliyê bajêr av e jî Semsûr ji avê bêpar e û cotkar nikarin çandiniya biav bikin.
09:30 23/3/2016
 
Esnafên Kizilayê: Bila êdî aştî pêk bê
Li Enqereyê di demên dawî de ji ber bombeyên ku diteqin kolanên Kizilayê bi fikar û tirsa ewlehiyê wekî bûne kolanên xeyalet. Esnafên ku ji ber ku nikarin kar bikin hatibe ber îflasê tekane daxwaza wan e ku hikûmet vegere maseya aştiyê.
09:05 10/3/2016
 
Çandiniya petêxan li Çukurovayê dest pê kir
Li herêma Çukurovayê çandiniya petêxan dest pê kir. Rençberên serayan diyar kirin ku ew wekî çavê xwe li çandiniyê dinerin û wan mezin dikin.
09:05 06/3/2016
 
Li Geverê 500 esnafan derabeyên xwe girtin
Li navçeya Geverê ku ji ber polîtîkayên dewletê yên îmhakirinê ku ev 6 meh in berdewam dike aborî hate asta sekinînê. Serokê Odeya Esnaf û Pîşezan a Geverê Îrfan Sari yê tu têkîldarî mijarê nirxandin kir got ku li navçeyê 500 esnaf mecbûr mane ku derebayên xwe bigirin û ji bo ku jiyan bibe asayî divê pevçûn bi dawî bibe.
09:02 18/2/2016
 
'Çavkaniya Komun Marketê gel e'
Welatiyên Wanê li hemberî operasyona li dijî Komun Market a ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya KCD'ê ve projeya wî hatibû çêkirin û beriya 8 mehan jî hatibû vekirin hilberînên organîk ji hilberîneran digihîne mezexeran nerazîbûn nîşan dan û bersiva "Çavakaniya komun marketê gel" dan nûçeyên wekî "aboriyê digihînin rêxistinê" di çapemeniya hewzê de derdikeve.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN