DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

10:39 13/5/2016
 
'Spîmend' derket pêşberî temaşevanan
Di 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Stenbolê de lîstika "Spîmend" derket pêşberî şanohezan.
09:02 13/5/2016
 
Mizgîn Tahir: Hêviyên gel ji me hene
Opereta Kurd Mizgîn Tahir a ku bi pirsa "Ez dikarim çi li mûzîka Kurdî zêde bikim" dest bi mûzîkê dike, weke operetekê ku ji çavkaniyên dengbêjiyê heya dawî vedixwe, bi dehan berhemên giranbuha diafirîne. Tahir ji bo rola hunermendan anî ziman ku divê hunermend bibin nûnerên gel û wiha got "Hêviyên gel ji me hene. Çand ne tiştekî hêsan e, şerên mezin ji bo vê tê dayîn. Divê tu xwe bikî miriyê vî karî."
14:10 12/5/2016
 
Standa pirtûkên kurdî hate vekirin
KURDÎ-DER a Mêrsînê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî bal kişand pêkûtiyên li ser kurdî û standa pirtûkna vekir.
10:22 12/5/2016
 
Tehma xwarina li ser dustanê dikele cuda ye
Li Semsûrê kesên ku dixwazin xwarina xwe zû, bêbêhn û xweş çê bikin, dûstan a ku yek ji klasîka Kurdistanê ye û hesinker bi tûpên kevn çêdikin dikirin.
09:41 12/5/2016
 
Dengbêjiyê li kolanên Agiriyê dide jiyandin
Li Agiriya ku bûye malovanê dengbêjiya Evdalê Zeynikê û Şakiro, karkerê paqijiyê Hasan Nurî Kitnur li aliyike kolanên bajar paqij dike li aliyê din jî kilamên Şakiro, Kawîs Axa û Nuro ve kevneşopiya dengbêjiyê berdewam dike.
09:37 12/5/2016
 
Mîhrîcan bi çalakiyên cur bi cur didome
2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdî ya ji aliyê NÇM'ê ve hat lidarxistin, di roja 5'emîn de jî bi helbest, fîlm, konser, dans û govendê dewam kir.
09:06 12/5/2016
 
Li Amedê kelecana fuara pirtûkan
Fuara Purtûkan a Amedê ku dê cara duyemîn bê lidarxistin di 17-22'yê Gulanê de dest pê dike. Temaya fuarê ya îsal "Azadî" ye û mêvanê fuarê jî nivîskarê kurd Ahmed Hûseynî be.
10:11 11/5/2016
 
Abbasî bi ahengeke muzîkî reng û dengê mîhrîcanê xemiland
Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê hunermenda navdar Yalda Abbasî bi ahengeke muzîkî reng û dengê mîhrîcanê xemiland.
09:09 11/5/2016
 
Ji Zembilfiroş heta îro
Li Amedê di gelek atolyeyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hunera desta tê hînkirin û ev yek belav dibe. Atolyeya ku herî zêde eleqeyê dibîne jî perwerdehiya sepeta zilûk a ji efsaneya Zembilfiroş heta îro gelê herêmê pê mijûl dibe.
11:57 10/5/2016
 
Yelda Abbasî: Jin rih didin hunerê
Hunermenda dengxweş Yelda Abbasî ya ku mîna bayê sibehê mirovan zindî dike ji bo peywendiya jin û hunerê got "Jin rih didin hunerê" û bi van gotinan balê kişand ser giyana hunerî ya jinan: "Jin dema zarokan mezin dikin lorîkan dibêjin. Di hemû karan de kilaman distrê. Jin çi bijîn wê tînin ser ziman."
09:04 10/5/2016
 
Gazinca hevrê bû sedema nivîsandinê
Nivîskar ango girtiyê bi navê Mahîr Bagok di encama dîtina xewneke li girtigehê dest bi nivîsandinê dike û heta niha 4 pirtûkên wî hatine weşandin. Gelek berhemên Bagok ên nehatine weşandin jî hene. Bagok destnîşan kir ku wî bi xwenek hevalê xwe yê cangorî dest bi nivîsandinê kiriye û got ku nivîsandin wek behrekiye û dema dinivîsîne aramiyê dide wî.
09:25 09/5/2016
 
Jinên kurd çanda teşî didin jiyandin
Li Kurdistanê çanda teşî ya ku yek ji hebûna çandî ye û jinên kurd ji dîrokê heta niha ji hiriya pez ta çê dikin, ligel teknolojiya pêş dikeve hê jî hebûna xwe didomîne.
09:10 09/5/2016
 
'Em dixwazin dengbêjiyê bi nifşên nû bidin hezkirin'
Dengbêjên Kurd xwe amade dikin ku di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd de, li Stenbolê kilamên xwe bigihînin hemû gelan. Denbêj Xalîde û Dengbêj Sabrî Agirî yên ku dê di dîwana dengbêjan de cih bigirin anîn ziman ku tekane armanca wan ew e ku kevneşopiya dengbêjiyê bigihînin nifşên nû.
10:50 08/5/2016
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd dest pê kir
Konsera vekirinê ya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd a Stenbolê bi stranên Newayên Çarçira ve dest pê kir. Hunermenda NÇM'ê Rûşen Kirici gotina "Em ê îsal li vir bi Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê re bên cem hev."
10:44 06/5/2016
 
Dema navê lîstikê 'Tanri' be...
Li Rihayê koma şanoyê ya bi navê Tiyatro Seyîr a ku ji aliyê komek mamosteyan ve hatiye damezirandin dema ku navê lîstika xwe kirin "Tanri" lîstikvan bi şewitandinê ve hatin tehdîdkirin. Gerînendeyê lîstikê Şûkrû Ûnal diyar kir ku beriya 5 salan jî heman lîstik lîstibûn lê bi pirsgirkekî re rû bi rû nemabûn û bal kişand bandora geşedanên siyasî li ser hunerê.
11:45 05/5/2016
 
Belgefîlma jiyana xweser: Roza
Derhênerê belgefîlma Roza yê cara ewil li Amedê hat pêşandan, Kudbettîn Cebe got, wî Şoreşa Rojava û jiyana li wir tomar kiriye. Cebe diyar kir ku wan xwestiye bi dîmenan bibin bersiva pirsa , "Xweseriya Demokratîk çî ye û çawa ye?"
09:14 05/5/2016
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurdî a Stenbolê destpê dike
Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Kurd ku li hemberî polîtîkayên bişaftinê nirx û berhemên çand û hunera Kurd digihîne hemû gelan di 7'ê Gulanê de bi pêşengiya NÇM'ê destpê dike. Di bernameya mîhrîcanê de gelek çalakiyên hunerî, çandî û wêjeyî cih digirin û ji her çar parçeyên Kurdistanê jî hunermend û nivîskar beşdarî mîhrîcanê dibin.
12:41 04/5/2016
 
Mihrîcana Şano ya li Êlihê bi dawî bû
7'emîn Mihrîcana Şano ya Êlihê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatibû destpêkirin bi dawî bû.
11:36 04/5/2016
 
'Ma hêstir jî kurd in?'
Siyasetedar û nivîskarê kurd Şeyho Tepelî ku di salên 70’yî de tev li têkoşîna azadiya kurd bû û gelek caran hat girtin û rastî îşkenceyê hat, girtin îşkence, zext û zordariyên li ser gelê kurd hatiye meşandin, bi helbestan anî ziman û di pirtûka bi navê "Ma hêstir jî kurd bûn? kom kir. Tepelî pirtûk çap kir û pêşkêşî xwendevanê xwe kir.
10:16 04/5/2016
 
Mîhrîcana Karkeran guh neda astengiyan
11'mîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navnetewî, li Îzmîrê li gel astengiya polîsan jî dest pê kir.

LÊGERÎN

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN