| 12:41 16/6/2016 |  | Parlamentoya Swîsreyê ji bo endamtiyê di sala 1992'yan de serî li Yekitiya Ewripayê dabû, pêşnûmeya ku ji bo serlêdanê paşve bikişîne hatibû amadekirin, hat qebûlkirin. | 
										
									
										| 12:32 16/6/2016 |  | Hikûmeta Nîjeryayê diyar kir ku 20 jê zarok 34 penaber li nêzî sînorê Cezayîrê li Çola Sahrayê bi awayekî mirî hatine dîtin. | 
										
									
										| 12:54 13/6/2016 |  | Hikûmeta Hollandayê diyar kir ku 18 kesên ji ber hin sûcên cuda lêgerîna wan heye, li Tiriyeyê li korî kêfa xwe digerin. Wezîrê Ewlehî û Edaleyê Afe van der Steur, aşkera kir ku di nava van kesan de Şaban Baran ê 'ji ber karê fihûşê' 7 sal 9 meh cezayê wî heye jî cih digire. | 
										
									
										| 19:29 12/6/2016 |  | Li bajarê Orlando ya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba homoseksuelan êrişa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. | 
										
									
										| 15:07 12/6/2016 |  | Hêzên dewletê ji bo li Silopiyê hilewşandinê bi lez bikin, hejmara maşînên kar zêde kirin. Ji bo malbat avahiyên xwe vala bikin, 3 roj dem dan wan. | 
										
									
										| 14:57 12/6/2016 |  | Hat raigandin ku rejima Îranê bi îdiaya nûçeyên derew par ve kirine cezayê 444 qemçiyan da nivîskarê blogê Muhammed Riza FethÎ. | 
										
									
										| 12:21 12/6/2016 |  | Li Balafirgeha Pudong ya bajarê Şangaya ya Çînê teqîn çêbû, di teqînê de kesek birîndar bû. | 
										
									
										| 09:51 11/6/2016 |  | Boksorê efsanevî Muhammed Alî ku 2 rojan merasima cenazeyê wî pêk hat, li bajarê Louisville yê DYA'yê hat definkirin. Di merasima cenaze de Erdogan ji ber gotina  Haham Michael Lerner a "Ji Serokên Tirkiyeyê re bêjn bila kurdan nekujin." merasim terk kir. | 
										
									
										| 10:03 10/6/2016 |  | Piştî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Rûsya bi lêdana deverên sivîl ên li Helebê sûcdar kir, berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov diyar kir ku ev agahî ne rast e û wiha got: “Bila pêşî Tirkiye rê li ber terorîstên di sînorê wê re derbasî Sûriyeyê dibin bigire.” | 
										
									
										| 09:44 09/6/2016 |  | Li gor agahiyên çapemeniya Îsraîlê, çend kesên çekdar êrîşê bazareke giştî ya bi navê Sarona li bajarê Tel Avivê kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. | 
										
									
										| 14:15 05/6/2016 |  | Hat ragihandin ku li Ukraynayê gelek leşker ji derveyî qada şer ji ber buyerên cuda jiyana xwe ji dest dane, hat gotin ku hejmara van leşkerana digihêje hezar kesî. | 
										
									
										| 11:57 05/6/2016 |  | Endamên Boko Haramê li bajarê Bossoyê êrîş birin ser baregeha leşkerî ya li ser sînorê Nîjeyra û Nîjerê, di encama êrîşê de 32 leşker hatin kuştin, 70 leşker jî birîndar bûn. | 
										
									
										| 16:54 29/5/2016 |  | Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), diyar kir ku ji ber keştiyên noqî avê bûn, ew gumana di buyerê de 700 penaberan jiyana xwe ji dest dane dikin. | 
										
									
										| 11:51 27/5/2016 |  | Komisyona Mafê Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) têkildarî şerê Sûriyê yê 5 salan rapor aşkere kir û di raporê de diyar kir ku di şerê  5 salan ê li Suriyeyê de, 283 hezar kes hatine kuştin. | 
										
									
										| 18:44 20/5/2016 |  | Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî  li dijî qebûlkirina pêşnûmeya destnedayînan a bi tifaqa AKP, CHP û MHP'ê nerazîbûn nîşan da û wekî şaşîtiyekî dîrokî bi nav kir. | 
										
									
										| 14:35 12/5/2016 |  | Cîgirê Serokê ajansa venêrtina berhemên çandiniyê ya Rûsyayê Rosselhoznadzor  Aleksey Alekseyenko, diyar kir ku hefteya li pêş me Rusya dê îthala team û fêkiyan a li Tirkiyeyê qedexe bike û malê Tirkiyê nestîne. | 
										
									
										| 17:29 01/5/2016 |  | Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), diyar kir ku li peravên Libyayê keştiya lastik noqî avê bû û herî kêm 80 kes winda bûn. | 
										
									
										| 12:07 13/4/2016 |  | Li Sûriyeyê li herêmên di bin banê Rejîma Baasê de sindoq hatin danîn. Li ser banga MSD'ê hilbijartina ku bala gelên Sûriyeyê nekişand, raya cîhanê jî heman hilbijartin rewa nedît. | 
										
									
										| 09:16 09/4/2016 |  | Buroya Mucadeleya Bi Terorê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê, ji hemwelatiyên xwe yî li Tirkiyeyê xwest ku di demek kurt de Tirkiyeyê biterikînin. | 
										
									
										| 12:34 30/3/2016 |  | Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ku ji bo Zîrveya Ewlehiya Nukleerê hat DYA'yê bi silogana “Terorist Erdogan”  hat pêşwazîkirin. Parazvanên Erdogan li hemberî sloganan dengê "AAA..OOO...." qerîyan. |