DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Serkeftina tîma basketbolê ya Rezan

 
12 Sibat
12:51 2013

AMED (DÎHA) - Tîma Basketpolê ya Şaredariya Rezan di Lîga Basketbolê ya Herêmê ya Zilaman de Dersim têk bir û di nava 82 tîman de derket Liga 3'emîn.

Tîma Basketpolê ya Şaredariya Rezan serkeftin li ser serkeftinê tîne. Tîma Basketbolê ya Şaredariya Rezan di Lîga Basketbolê ya Herêmê ya Zilaman de tîma basketbolê ya Dersim bi 78-75 hêjmaran têk bir û di nava 82 tîman de derket Liga 3'emîn. Pêşbazî li Salona Sporê ya Girtî pêk hat û Tîma Basketbolê ya Rezan tîma Basketbolê ya Dêrsimê 78-75 têk bir. Hevserokê Kulûba Sporê ya Şaredariya Rezan Sebahattin Kizilkan, diyar kir ku serkeftina wan ne ji rêzê ye û wiha got: "Serkeftina tîma jinan a basketbolê û serkeftina tîma zilaman a basketbolê encama têkoşîna wan e. Tîma me ya jinan a basketbolê dê di meha Nîsanê de li Kirklarelî beşdarî Şampiyona Anadoluyê bibe. Ev maf bi drest xist. Em bawer dikin ku dê bi awayeki herî baş nûnertiya Şardariya Amedê bikin.



(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN