DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Dimilî

Ji bo endamê PKK'ê Baykara mewlûd hate dayîn

23 Îlon
19:25 2013

SÊRT (DÎHA)-Ji bo endamê PKK'ê Reşat Baykara ku di sala 1994'an de li çiyayên Zagrosê di encama şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayîn.

Ji bo endamê PKK'ê Reşat Baykara (Siyabend) ku li çiyayên Zagrosê yên di sînorê Îran, Iraq û Tirkiyeyê de di sala 1994'an de di encama şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Tekel a navçeya Misirc a Sêrtê mewlûd hate dayîn. Di konê ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û endamê PKK'ê Baykara hat daliqandin de, Serokê BDP'ê yê Sêrtê M. Ata Înan, Serokê BDP'ê yê Misircê Yehya Sabaz, Serokê BDP'ê yê navçeya Sêrtê Şukru Tîmûrtaş, rêveberên navçeya Misirc û Sêrtê yên BDP'ê û HDP'ê, TUHAD-DER, MEYA-DER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û girseyek qelebalix tevlî bûn. Piştî mewlûda bi kurdî hate xwendin, deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê Serokê BDP'ê yê Sêrtê Mehmet Ata Înan axivî û da diyarkirin ku, pir girîng e îro têkoşîna gelê kurd gihaye vê astê û ew deyndarên ciwanên ku têkoşîn gihandine vê astê û ji bo vî gelî canê xwe fedakirin e. Înan anî ziman ku ji bo wê pêwîst e heya dawiyê xwedî li şehîd û rûmetên xwe derkevin û got, "Em têkoşîn û yekîtiya xwe biparêzin û heta ku em mafê xwe bistînin dewam bikin. Heya niha tu hêzekê em tune nekirin, ji vir şûn ve jî wê tu hêz li pêşiya gelê kurd nikaribe bibe asteng."

Mewlûd bi xwarina hate dayîn bi dawî bû.

(yş/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN