BDP'ê du malbat li hev anîn
EDENE (DÎHA) - BDP'ê, li navçeya Yuregîrê, du malbatên ku ev 2 sale di navbera wan de xwîndarî hebû bi xwarinek aştiyê li hev anî.
Li navçeya Ceyhana Edeneyê di navbera malbatên Yagmur û Pala de şerê ku qewimî de ji malbata Yagmur kesek jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê, di sala 2012 yan vir ve di navbera her du malbatan de dijminatî derketi bû. Piştî hewldanên BDP'ê malbat bi hev hatin. Malbatên ku li hev hatin, di xwarina aştiyê ya ji aliyê Rêxistina BDP'a Yuregirê ve hate dayin de hatin cem hev. Endamên BDP'ê û yên malbatan jî tevli xwarinê bûn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak li vir axaftinek kir. Bayrak, di axaftina xwe de diyar kir ku, nexweşiyên di navbera malbatên kurd de zerarê dide gelê kurd û got ku lazime gelê kurd neyê van lîstikan.
Piştî axaftinê malbatên Pala û Yuregîr hevdû hembêz kirin û li hev hatin.
(hş/lg)