Şaredarê Qubînê yê berê jiyana xwe ji dest da
![](/staticfiles/news/405591/2014/06/09/680x365cc-btm-09-06-14-burhan-kurhan.jpg)
9 Hezîran
13:20
2014
ÊLIH (DÎHA) - Şaredarê navçeya Qubîna Êlihê yê berê Burhan Kurhan ê 43 salî di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.
Şaredarê Qubînê yê berê û Serokalîkarê Hevşaredariya Qoserê yê niha Burhan Kurhanê 43 salî ji ber nexweşiya penceşêra pankreasê jiyana xwe ji dest da. Kurhanê, di nexweşxaneya Taybet ya Dunya ya Êlihê de jiyana xwe ji dest da, di navbera salên 2004 û 2009'an de li navçeya Qubînê ya Êlihê peywir kiribû.
Cenazeyê Kurhan di Goristana Navçeya Qubînê hate definkirin.
(hş/lg)