Li ser sînor tevgera hewayî
COLEMÊRG (DÎHA) - Li ser sînorê Colemêrg, Herêma Federal a Kurdistanê û Îranê tevgera hewayî ya balafirên şer zêde bûn.
Saetên serê sibê, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê helîkopter li hewa ketin û li ser sînorê Şemzînan û Herêma Federal a Kurdistanê û Îranê leşker danîn. Piştre li heman herêmê balafirên şer firiyan. Balafirên şer yên artêşa tirk li ser herêmên Xakurkê, Are, Basyan, Çarçela, Kanîreş, Çiyayê Abdulkufî, Bereqeşqe û Şehîd Bêrîtan, nizm firiya.
Li herêma tevgera hewayî ya balafirên şer didome.
(ça)