DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

Şaredariya Kopê tabelaya kurdî daliqand

 
14 Hezîran
12:46 2014

MÛŞ (DÎHA) - Şaredariya Kopê, di çarçoveya projeya pirzimanî de li avahiya şaredariyê tabelaya kurdî û tirkî daliqand.

Şaredariya navçeya Kopê ya Mûşê, di çarçoveya projeya 'jiyana pir zimanî' li avahiya şaredariyê tabelaya kurdî û tirkî daliqand. Demên borî li şaxên şaredariyê tabelayên kurdî tirkî hatibûn daliqandin. Tabelaya kevn ya şaredariyê hat rakirin û tabelaya li ser 'Şaredariya Kopê' hatiye nivîsandin ya kurdî û tirkî hat daliqandin. Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar anî ziman ku di çarçoveya projeya 'jiyana pir zimanî' de, li hember hemû astengiyan tabela daliqandine, li ser daxwaza gel vê projeyê pêk tînin û ji ber ku tabelaya kurdî daliqandine bextewar in.

(ça)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN