Ji bo endamê PKK'ê Şîmşek mewlûd hat dayin
MÛŞ (DÎHA) - Ji bo endamê PKK'ê Alî Şîmşek (Latîf Toraqa) ku di sala 2006'an de di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Toraqa ya Milazgirê mewlûd hat dayîn.
Ji bo endamê PKK'ê Alî Şîmşek (Latîf Toraqa) ku di sala 2006'an de li herêma Zapê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Toraqa ya Milazgirê mewlûd hat dayîn. Toraqa yekem mertalê zindî ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, hevşaredara Milazgirê Memnune Soylemez, rêvebirên BDP'a Milazgirê û bi sedan welatî beşdarî mewlûdê bûn. Li cihê mewlûdê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamê PKK'ê Alî Şîmşek, alên PKK'ê hatin daliqandin û ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dana rêz hat girtin.
Demîr Çelîk di mewlûdê de axivî û wiha got: "Alî Şîmşek li hember şerekî neheq û ji bo pêkhatina aştiyê li çiyayên Kurdistanê bû mertal û ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir. Wekî ku biçin dewetê, çûn mirinê. Em li ber wan bejna xwe ditewînin."
Piştî mewlûdê, gora Şîmşek hat ziyaret kirin û sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin.
(ça)