Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bi meşê dest pê kir
AMED (DÎHA) - Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bi dirûşma 'Em bi werzîşa xweser jiyana azad ava dikin' ku heya 28 hezîran bidome, bi tevlîbûna hezar û 300 lîstikvanên ji her çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bi meşekê dest pê kir.
Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin bi tevlîbûna lîstîkvanên ji her çar parçeyên bajarên Kurdistanê, bi meşê dest pê kir. Meş ji Deriyê Çiyê heya Stadyûma Ataturkê ya Amedê berdewam kir. Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ya ji aliyê Midûriyeta Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin û Yekîtiya Kulubên Mezopotamyayê yê jî piştevaniya wê dike. Hezar û 300 lîstîvanên ku ji beşên werzîşê wek basketbol, voleybol, futbol, hentbol, tekvando, karate, tenîsa mesa û kortê, judoya astengdarên kor, basketbola kursiyên bi teker û atletîzmê dilîzin, beşdarî mîhrîcanê dibin.
Di meşê de her tîm bi al û formayên xwe li xwe kirin û pankartên ku li ser 'Werzîşa xweser jiyana azad e' û navên bajarên ku tevlî bûne hatin vekirin û erbaneyên ku ji hêla jinên ciwan ve dihatin lêdan jî balê kişand ser xwe. Di heman demê de alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), YDG-H û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hatin vekirin. Lîstikvanan di meşê de dirûşmên; "Jin, jiyan, azadî", "Jin şer naxazin aştiyê dixwazin", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" berz kirin, stran û sirûd, gotin. Hemwelatiyên amedî jî bi çepikan mêvanên Amedê silav kirin. Polîsan jî bi deha maşînên zirxî li her deverên ku lîstikvan derbas dibûn disekinîn û lîstikvanan gelek caran ji bo protestokirina wan dengê xwe bilind dikirin. Dema lîstikvan li ber avahiya qerekola Yenîşehîrê derbas bûbûn jî bi strana 'Herne Pêş' gotin.
Dema lîstikvan gihîştin qada stadyûmê jî coş bi stranan derket ser lûtkeyê û stadyûm bi alên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin. Her wiha lîstîkvan li stadyûmê ji aliyê gelek hemwelatiyan ve hatin pêşwazîkirin û pankartên ku li ser "Werzîş di qada qada stadyûmê de xweş e, ne li borsayê", "Ciwanên Mezopotamyayê li Amedê ber bi azadiyê ve dibeze" hatin daliqandin. Lîstikvan li navenda hêşnayiyan kom bûn û kevokên aştiyê firandin û mîhrîcan bi lîstika Birê berdewam dike.
(gka/ça)