Di Mihrîcana Werzişê de banga Kongreya Neteweyî
AMED (DÎHA) - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli di roja yekemîn a Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê de axivî û got ku ev wekheviya li vê derê divê bandor li civandina Kongeya Neteweyî ya Kurd bike.
Mîhrîcana Wêrzîşê ya Mezopotamyayê bi dirûşma ''Em bi werzîşa xweser jiyana azad ava dikin' ku heya 28 hezîran bidome bi tevlîbûna ji zêdetirî hezar û 300 lîstikvan û hemwelatiyan bi çalakiyên cur bi cur di roja yekemîn de bi dawî bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli axaftina vekirinê ya mîhrîcanê axivî û hemû beşdarvanan bi du zaravayên kurdî silav kirin. Anli, da zanîn ku pergala heyî dixwaze bi mêjûyê ciwanan re bilîze lê ew li vir bi ciwanan re jiyanek azad ava dikin. Anli, destnîşan kir ku li Rojhila Navîn şerek heye û di vê şerê de jî kurd xeta sêyemîn danîne pêşiya xwe û wiha berdewam kir: "Li Rojhilata Navîn kesên ku şer dikin piştî şer dê dev ji van deran berdin û biçin. Lê gelê kurd, tirk, erep, faris dê bi hev re li Rojhilata Navîn bijîn. Em tenê gelê xwe nafikirin. Her wiha ji bo gelên din jî dixebitin û wek stêrkek li Rojhilata Navîn ronî dikin." Anli, anî ziman ku êdî hemû hunermend, bijîşk, parêzer û rewşenbîrên kurd li ba hevdu tevdigerin û got ku divê Kongreya Neteweyî a Kurd bi lez û bez li hev bicive. Anli, piştî axaftina xwe hunermend Beytocan ku ev 23 sal in ji welatê xwe dûr e bangî ser dikê kir.
Hunermend Beytocan hesreta welatê xwe bi stranên xwe anî ziman. Lîstikvan û hemwelatiyan bi deqîqeyan li ser piyan çepikan ji bo Beytocan lê dan. Piştî Beytocan hunermend Zelal Gokçe, Metîn Kahraman, Servet Kocakaya ve Karmete derketin ser dikê û coşek mezin dan guhdarvanan. Roja yekemîn sînevîzyoneke ku nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê de hebûn û fîşengên hewayî qediya.
(gka/ça)