Lîstikvanên Rojava: Werzîş bi şoreşê azad bû
GOKHAN ALTAY
AMED (DÎHA) - Lîstikvanên ku ji Kantonên Rojava ji bo Mîhrîcana Werzîşê ya Mezepotamyayê hatin Amedê destnîşan kirin ku piştî şoreşê di warê werzîşê de jî gavên girîng hatine avêtin û werzîş beriya şoreşê ji bo berjewendiya pergala heyî dihat bikaranîn lê bi şoreşê werzîşê jî azadiya xwe bi dest xist.
Ji Tîrmeha 2012'an vir ve gelê Rojava di her qadê jiyanê de jiyanek azad ava dikin. Heya niha li her qadên Rojava gelek guherînên mezin qewimîn û hê jî didome. Ligel gelek êrîşên çeteyên wek DAÎŞ, El-Kaîde û Rejîma Beasê ya Sûriyê, rojavayiyan xwe parastin û li hember van êrîşan berdelên mezin dan. Di heman demê de bi avakirina Kantonên wek Efrîn, Kobanê û Cizîrê jî qadên wek leşkerî, sîyasî, ekoloji, çand, huner û werzîşê de serkeftiyên mezin hatin bi dest xistin. Rojavayiyan di warê werzîşê de jî hem zayendîparêziya heyî hem jî werzîşa ku ji berjewendiya desthilatdariyan dike ji holê rakirin.
Lîstikvanên ku vê karê girtine ser milên xwe ji bo Mîhrîcana Wêrzîşê ya Mezopotamyayê ku bi dirûşma ''Em bi werzîşa xweser jiyana azad ava dikin' hatin Amedê. Di Mîhrîcana ku ji her çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê hezar û 300 lîstikvan beşdar dibin de herî zêde lîstikvanên ku ji Kantonên Rojava hatine balê dikişînin ser xwe. Ji her çar Kantonên Rojava jî 198 lîstikvanên ku di beşên cur bi cur de lîstikvaniyê dikin beşdarî Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê dibin. Lîstîkvanên rojavayî ji DÎHA'yê re axivîn û gotin ku ew gelek kêfxweş in ku di mîhrîcanek bi vî awayî de bi ciwanên kurd re bi hev re ne.
'Werzîş bi şoreşê azad bû'
Lîstikvanê beşa kareteyê Ahmed Elî, da zanîn ku hatina wan a Amedê gelek girîng e û bi vê mîhrîcanê dê ciwanên kurd zêdetir ji hev binasin. Elî, destnîşan kir ku her çiqas li her çar perçeyan şer hebe jî ew ê ji bo pêşveçûna gelê kurd bixebitin. Elî, anî ziman ku bi şoreşê li Rojava gelek guherîn qewimîne û yek ji van jî di warê werzîşê de çêbûye û wiha axivî: "Beriya şoreşê werzîş ji bo berjewendiya pergala heyî dihat bikaranîn lê bi şoreşê werzîş jî azadiya xwe bi dest xist." Elî li ser pêşketinên werzîşê ya Rojava jî axivî û got ku bi şoreşê têkildarî werzîşê Saziyên Sivîl yên Civakî hatine avakirin û wiha dawî got: "Me li Efrînê Konferansa Yekitiya Lîstikvanên Demokrat pêk anî. Di vê çarçoveyê de konseyên ciwan û werzîşê hatin avakirin. Di demeke kurt de pêkhateyên girîng hatin bidestxistin. Tiştên ku pergalê di 40 salan de bi dest nexist me di nava 3 salan de bi dest xistin."
Yekemîn Tîma Jinan a Werzîşê…
Lîstikavana ji tîma Jinan a Efrînê Fatima Xencer jî da zanîn ku ew gelek kêfxweş e ku wek lîstikvaneke jin beşdarî mîhrîcaneke wiha bûye. Xencer, anî ziman ku hê jî hişmendiya meran dixwaze li ser jinan desthilatdariyê xwe bidomîne û got ku ligel pêkhateyên dawîn hê jî giringiya jinan a di nava civakê de baş nehatiye fêmkirin. Xencer, diyar kir ku wan bi avakirina tîma yekemîn a jinan a li Rojava jî vê hişmendiyê hilweşandiye û rol û rista jinan zêdetir bi hêztir kirine. Xencer, da zanîn wan bi lîstika xwe ya goga piyan nîşanî civakê dane ku ew dikarin karên ku mêr dikin jî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev destkeftî jî bi şoreşê pêk hatin û bi şoreşê jin zêdetir niha rol û rista xwe bi cih tînin. Jin êdî di civakê de cihê ku heq dike hêdî hêdî bi dest dixe."
'Xewn û xeyalên me pêk hatin'
Lîstikvana basketbolê ya ku ji Kantona Efrînê Avesta Berfîn Nasîf jî li ser rola jinan a di werzîşê sekinî û got ku beriya şoreşa Rojava jin wekî koleyan bûn û wiha axivî: "Ligel potansiyela xwe jî jinan nedikarî rêveberek an jî lîstikvanek werzîşê bibe." Nasîf, da zanîn ku piştî şoreşê jin bi rihê azadî û hezkirinê ji koletiyê rizgar bûn û wiha berdewam kir: "Êdî li Rojava jin di her qadên werzîşê de rola xwe dilîzin û ji hişmendiya ku jinan wek kole dibîne jî rizgar bûne." Ji tîma goga piyan ya Kobanê Almas Romî jî diyar kir ku gelê Amedê ew bi awayek germ pêşwazî kirine û ji ber vê yekê jî xwe di mala xwe de hîs kirine. Romî, destnîşan kir ku hatina wan a Amedê ji bo wan wekî xeyalek bûye û li vir wekî ku di nava xewnekî de ne û wiha axivî: "Amed xewneke me bû. Em ne bawer bûn ku em ê rojek gelê Amedê û ciwanên her sê Kantonên Rojava li vê derê bi hev re bibînin. Bi hatina me jî ev xewn û xeyalên me pêk hatin."
(gka/sç/ça)