Mîhrîcana Mezopotamyayê berdewam dike
AMED (DÎHA) - Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê di roja duyemîn de jî bi konser û 22 lîstikên cur bi cur berdewam kir.
Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ku bi dirûşma "Em bi werzîşa xweser jiyana azad ava dikin" ku heya 28'ê hezîranê bidome di roja duyemîn de 22 lîstîkên ku hatin lîstin berdewam kir. Di roja duyemîn de jî çalakiyê cur bi cur wek konser û hişmendiya paqijkirina xwezayê pêk hatin. Ligel coşa lîstikvanan kêmasiya herî mezin jî qelsbûna beşdariya musabaka tên lîstin e. Di lîstikan de beşdarî qels derbas dibe. Her wiha di bernameya di roja duyemîn de panela ku bihata kirin jî ji ber ku qutbûna ceyranê pêk nehat. Piştî lîstikên di nav rojê hemû lîstikvan di qada konê xwe de hatin ba hev.
Di qada lîstikvananan de konserek ku ji aliyê komek ji Navenda Çanda Dîcle û Firatê hat dayîn. Bi konserê ve coşa lîstikvanan derket ser lûtkeyê. Lîstikvanan li ber stranên ku ji aliyê hunermendan ve hatin gotin bi saetan govend gerandin. Di konserê de lîstikvanan jî bi dirûşmên xwe piştgirî didan kesên stran digotin û dirûşmên wek "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana YPG'ê" avêtin. Piştî konserê lîstikvanan li derdora xwe paqij kirin û heya saetên derengî bi stranên xwe disitirîn govend gerandin. Kedkarên çapemeniyê jî xwe li ber stranên bi coş negirtin û beşdarî govenda ku ji aliyê lîstikvanan ve dihatin gotin, bûn.
Mihrîcan dê heya 28 hezîranê bi çalakî û lîstikên cur bi cur berdewam bike.
(gka/ça)