Gora Endama PKK'ê Kiziltaş hate ziyaretkirin
ÎDÎR (DÎHA) - Gora Endama PKK'ê Miskal Kiziltaş (Zozan) a ku di sala 1995'an de li çoltarê navçeya Qaqizmanê ya Qeserê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Tozanê ya Îdîrê hatî definkirin hate ziyaretkirin.
Gora Endama PKK'ê Miskal Kiziltaş (Zozan) a ku di sala 1995'an de li çoltarê navçeya Qaqizmanê ya Qeserê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û hate hînbûn ku li navçeya Tozanê ya Îdîrê hatiye definkirin, hate ziyaretkirin. Bi malbata Kiziltaş re Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Mehmet Anar, Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredara Tozanê Neşegul Can û rêveberên BDP'ê çûn û gor ziyaret kirin. Piştî rêzgirtinê dua hatin xwendin.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Mehmet Anar, diyar kir ku gelê bi saya ciwanên canê xwe fidakirin hatin vê astê û wiha got: "Îro em bi saya şehîdên xwe, xwe tînin ziman û jiyana xwe berdewam dikin. Ji ber wê yekê armanca me ew e ku em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Em ji bo şehîdên xwe çi bikin kêm e. Ez li ber wan bejna xwe ditewînim."
'Tu tişt weke xwedî derketina keça wê xweşik nîn e'
Bavê Endama PKK'ê Kiziltaş Mehmet Kiziltaş jî spasiyên xwe ji hemû kesên bi wan re hatin kir û agahiya 20 sal şunda girtin parve kir û wiha got: "Nêzî 20 salin me tu agahî ji keça xwe negirtin. Îro partiya me lêkolîn kir û cihê gora wê peyda kir. Îro li vir tu tişt ji xwedî derketina keça min xweşktir tuneye."
'Min gora keça xwe peyda kir ez êdî rihet im'
Dayîka Kiziltaş Hatîce Kiziltaş jî diyar kir ku piştî 19 sal şunda gihişte gora keça xwe û bi salan nedizanî ka keça wê dijî an na û wiha got: "Rojekê keça min ji min re got 'ez dê biçim zozanê' Min jî destûr dayê. Çû û êdî ji wê rojê şunda vengeriya û min nedît. 20 salin min tu agahî jê negirtin. Niha ez hinek rihet im. Qet hebe ez cihê wê dizanim. Tenê min cenazeyê keça xwe nedît û ew hinek diçe zora min. Dîsa jî ji ber cihê keça min diyar e ez rihet im."
(bd)