Şampiyonên Mîhrîcana Mezopotamyayê aşkere dibin
AMED (DÎHA) - Hin encamên lîstikên Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê aşkere bûn. Di maçên basketbol ya jinan û mêran tîma Amedê, di maçên goga destan ya jinan de tîma Efrînê, di ya Hentbolê de jî tîma Êlihê pileya yekemîn bi dest xistin.
Encamên lîstikên Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê hêdî hêdî aşkere dibin. Encamên lîstikên basketbol ya mêr û jinan, hentbol û goga destan ya jinan diyar bûn. Li gorî encaman, di maçên basketbol ya jinan de tîma Amedê pileya yekemîn, Efrîn ya duyemîn, Êlih jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di basketbola mêran de jî tîma Amedê pileya yekemîn, Êlih ya duyemîn, Wan jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di heman demê de encama lîstika goga destan ya jinan jî diyar bû. Li gorî encaman tîma Efrînê pileya yekemîn, Êlihê ya duyemîn û tîma Amedê jî pileya sêyemîn bi dest xist. Her wiha li gorî encamên lîstika Henbolê jî tîma Êlihê pileya yekemîn, Wanê ya duyemîn û tîma Amedê jî pileya sêyemîn bi dest xist.
Musabakayên di beşên din de jî hê berdewam dikin. Encamên giştî sibê li Stadyuma Ataturkê piştî maça fînalê ya goga destan ya mêran dê bên bidestxistin.
(gka/ea/ ça)