Ji bo Endamê HPG'ê Temel konê sersaxiyê hate vedan
COLEMÊRG (DÎHA) - Ji bo Endamê HPG'ê Nurî Temel (Serdar Gewer) li Geverê konê sersaxiyê hate vedan.
Li taxa Esentepe ya Geverê ji bo Endamê HPG'ê Nurî Temel (Serdar Gewer) ê ku di sala 2013'an de li Herêmên Parastina Meyda yên Herêma Federal a Kurdistanê jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hate vedan. Hevşaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Fîkret Turgut û rêveberên saziyên sivîl û bi sedan welatiyan kon ziyaret kirin. Konê sersaxiyê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Nurî Temel, alên PKK û KCK'ê hatin xemilandin.
Nûnerê MEYADER'ê yê Geverê Cengîz Ortaç axaftinekî kin kir û wiha got: "Gelê kurd di xeta zarokên xwe de tu caran tawîzê nade. Em dê heya dawiyê xwedî li xeta wan derbikevin." Bavê Temel jî axivî û wiha got: "Şehîd şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo sax be."
(bd)