Kursên sporê yên Şaredariya Rezanê dest pê kirin
AMED (DÎHA) - Şaredariya Rezan ji bo zarok û ciwanan bi sporê bide nasîn her sal bi awayekî pergalî kursên havînê yên dibistanê vedike.
Kuluba Sporê ya Şaredariya Rezan ya Amedê ku di Basketbolê de tu rakîban nas nake û li Tirkiyeyê jî xwe daye nasîn û her sal bi awayekî gelenperî kursên havînê yên dibastanan vedike. Li Salona Sporê ya Şaredariya Rezanê bi merasîmek kurs hatin vekirin. Di vekirinê de endamên meclisê, hevserokên Kuluba Sporê ya Şaredariyê û gelek malbatên ciwanan amede bûn. Di merasîmê de Hevserokê Kuluba Sporê ya Şaredariya Rezana Amedê Sebahattîn Kizilkan axivî da zanîn ku her sal kursan vedikin û îsal kursek nû jî lê zêde kirine.
'Nêzî hezar kes serlêdan kir'
Kizilkaya anî ziman ku îsal ji her salî zêdetir serlêdan çêdibin û wiha got: "Nêzî 300 jin serlêdana basketbolê kirine. Di nava wan de yên ku cara yekem basketbolê bilîzin jî hene. Ji bo basketbola mêran nêzî 270 kes serlêdan kirin. Ji bo futbolê jî nêzî 300 kes serlêdan kirine. Yanî nêzî hezar kes serlêdan kirine. Dê van ciwanan bi her awayî sûdê ji şaredariya me bigirin."
(aw/ça)