DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Li Bîsmîlê turnuvaya futbolê ya taxan

 
3 Tîrmeh
11:54 2014

AMED (DÎHA) - Li navçeya Bîsmîla Amedê turnuvaya futbolê ku di nava taxan de pêk tê fînala wê pêk hat.

Li navçeya Bîsmîla Amedê turnuvaya futbolê ya taxan ku ji aliyê Şaredariya Bismilê ve hatibû destpêkirin, 2 roj berê maça fînalê hat lîstin. Maça fînalê ku li Kompleksa Sporê ya Halîl Îbrahîm Oruç ya Şaredariya Bîsmîlê pêk hat de, Hevşaredarên Bîsmîlê Cemîle Emînoglu û Resul Sari, rêveberên BDP'ê û gelek kes amede bûn. Li qadê pankarta 'Berxwedana Licê silav dikin' hat daliqandin. Di maça fînalê de Armancspor û Erogluspor hatin hemberî hev û 6-2 Armancspor qezenc kir. Piştî maçê Hevşaredaran tîm pîroz kirin û kupa dan tîman.

Piştî ku kupa hatin dayîn Hevşaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu axivî û da zanîn ku spor, wekhevî, biratî, aştî û hedû qebûlkirine û wiha got: "Dê di salên pêş de em ê hejmara tîman zêde bikin. Weke di her qadê de li navçeya me jî em ê sporê pêş bixin. Hemû hevalên ku ked dane vê turnuvayê em sipasiyên xwe pêşkeşî wan dikin û hemû tîmên ku tevli turnuvayê bûne wan pîroz dikin."

(aw/ça)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN