DBP'ê li Wanê dest bi amadekariya kongreyê kir
15 Îlon
13:29
2014
WAN (DÎHA) - Rêxistina Partiya Heremên Demokratik (DBP) a Wanê dest bi amadekariya kongreya ku dê li 19'ê cotmehê li dar bixin kir.
Rêxistina Partiya Heremên Demokratik (DBP) a Wanê derbarê kongreya xwe ya yekemîn ku dê li 19'ê cotmehê li dar bixin di avahiya partiyê de civînek çapemeniyê li dar xist. Li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya DBP'ê hevberdevka komisyonê Remziye Eşîn, daxuyanî da û diyar kir ku ew wekî komîsyona hilbijartinê ya kongreyê xebatên xwe bi civînên meclîsan a taxan, civînên sazî û rêxistinên girseya demokratîk û bi civînên navçeyan re didin meşandin. Eşîn diyar kir ku piştî amadekariyan dê roja 19'ê cotmehê kongre bê lidarxistin.
(hş/wk)