DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

Mala ku tê de şewat derket ji binî ve şewitî

 
16 Îlon
17:02 2014

AMED (DÎHA) - Li taxa Firat a navçeya Bismila Amedê di malekê de ji ber qontaxa cêyranê şewat derket û mal ji binî ve şewitî.

Li kolana hejmar 801'emîn a taxa Firatê ya navçeya Bismila Amedê di mala welatiyê bi navê Mehmet Maptan de ji ber qontaxa cêyranê şewat derket. Dema niştecihên malê kete ferqa şewatê agahî dan îtfayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Piştî ku îtfaiye hat cihê bûyerê şewat qontrol kirin. Di encama şewatê de mal ji binî ve şewitî.

(hş/bd)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN