DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Ji bo tendûristiyê xwe dimeşîn

 
2 Mijdar
10:41 2014

AMED (DÎHA) -Gelek welatî ji bo xwe ji nexweşiyan bi parêzin û zivistaneke bê nexweşî derbas bikin serê sibê li Parqa Koşuyolu ya Amedê dimeşin û werzîşê dikin. Nêrîna hevpar a welatiyan ew e ku ji bo jiyane bi tendûrîstî bijîn dimeşîn e.

Li Parqa Koşuyolu ya Amedê serê sibê gelek welatî her mi bo jiyaneke bi tendûrîstî û hem jî ji bo serê sibê hewayeke paqij bigirin werzîşê dikin. Welatiyên di nav de jin û zilamên temenên wan cuda cuda dibezin û bi werzîşê xwe ji nexweşiyan diparêzin. Ji kesên tên parqê werzîşê dikin yek jî jina bi navê Şukran Gûleç a 65 salî ye. Gûleç diyar kir ku ew 15 salin her serê sibê zû radibe û tê parqê dimeşe. Gûleç, anî ziman ku divê hemû kes hem ji bo jiyaneke bi tendûrîstî û hem jî ji bo xweşikbûna xwe werzîşê bikin.

Welatiyê bi navê Mehmet Çakir (75) jî diyar kir ku ew ji bo jiyaneke bi tendûrîstî bijî serê sibê tê parqê werzîşê dike û dimeşe. Çakir, anî ziman ku werzîş ji bo tendûrîstiyê baş e û ligel vê yekê dema mirov serê sibê zû radibe xwe gelek zînde hîs dike.

Welatiyê bi navê Îlyas Barut (51) jî diyar kir ku jin ji ber hinek bûyerên diziyê nikarin zêde bên parqê û werzîşê bikin û wiha got: "Serê sibê li parqê meşîn hem ji bo tendûrîstiyê û hem jî ji bo mirov rihet bibe baş e. Ez ji bo tendûrîstiya xwe serê sibê di meşim."

(zf/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN