Ji PFDK'ê ji bo Cîzresparê cezaya 'propagandaya îdeolojîk'
AMED (DÎHA) - Lijneya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonal a  Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK) ceza li Cîzresporê barand.
PFDK'ê ji taxima Şirnexê Cîzresporê re bi hinceta "propagandaya îdeolojîk" kiriye cezaya 3 musabaqayên fermî bêalîgir bilîze û musabaqayek jî li sehaya xwe bêalîgir bilîze da. Biryara li malpera Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de hate weşandin.
Di musabaqaya Cîzrespor û Goztepeyê de alîgiran ji bo piştgiriya Kobanê pankart vekiribûn û dirûşm berz kiribûn. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							