DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

Li Geverê civîna gel

 
14 Mijdar
16:35 2014

COLEMÊRG (DÎHA) - Rêxistina DBP'ê ya navçeya Geverê di têkildarê amadekariyên kongreyê û geşedanên ku demên dawî li navçeyê de qewimî bi esnaf, bazirgan û rûsipiyan re hatin gel hev.

DBP'ê bi armanca amadekariyên kongreya ku dê 23'yê mijdarê de li dar bixin û di têkildarê bûyerên ku rojên dawî de li navçeya Gevera Colemêrgê qewimîne bi esnaf, bezirgan û rûsipiyan re civîn li dar xist. Civîn li avahiya DBP'ê û bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Di civînê de daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin û piştî wê endamê Meclîsa Partiya DBP'ê Şahabettîn Sirma li ser êrîşên faşîst ên li ser tevgera siyasî ya kurdan û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê axivî.

Sirma ev tişt anî ziman: "Ji ber dengê ku tevgera siyasî ya kurdan di hilbijartinên serokomariyê de girtin û serkeftinên ku HDP dide nîşandan bû hedef. Pergal li hemberî vê serkeftinê û mezinbûyînê li her qadê ser HDP'ê de diçe û dixwazin HDP'ê îzole bikin. Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî de êrîşên li ser HDP'ê rewa dikin û ji aliyê din ve jî polîtîkayên piştgiriya DAIŞ'ê û têkçûyîna Kobanê didin meşandin. Lê gelê kurd li dijî êrîşên DAIŞ'ê yekitiya neteweyî avakirin û hemû polîtîkayên wan vala derxistin."

Sirma li ser bûyerên li navçeyê ji rawestiya û wiha got: "Tundiya polîsan a li navçeyê û bûyera dijûnan ve jî diyar dibe ku vegera salên 90'î çêbûye. Partiya me DBP ya ku di bin van şert û mercên zehmet de ava bû û kongreya dê 23'yê mijdarê li dar bixin û hûn pergalê ava bikin. Hûn bi pêşniyar û nêrînên xwe rêveberiya Gevera ku cihekî stratejîk a Kurdistanê ye ava bikin."

(hş/wk)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN