DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Herêmî

Welatiyên Şengalî belgefîlma (Baweriya Êzidîtiyê' temaşe kirin

 
20 Mijdar
19:49 2014

AMED (DÎHA) -Welatiyên Şengalê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku neçar man axa xwe terk bikin û hatin li Amed û Bîsmîlê bi cih bûn, ji bo travamaya ku dijîn ji bîr bikin, di kampa ku tê de bi cih bûye ji bo wan pêşandana belgefîlm hat kirin.

Welatiyên êzidî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man axa xwe terk bikin û hatin li Bakurê Kurdistanê bi cih bibin beşek ji wan li Amed beşek din jî li Bîsmîlê di kampan de hatin bicihkirin. Ji bo ku travmaya ku dijîn ji bîr bikin ji bo wan bernameyek hat amedekirin. Bername ji aliyê endamên Egîtim Senê ve hat organîzekirin. Belgefîlma 'Baweriya Êziditiyê' bi wan dan temaşekirin.

Endamên sendîkayan dan zanîn ku dê di demên pêş de ji bo wan bernameyên civakî pêk bên.

Sendika üyeleri kamp sakinlerine dönük kültürel ve sosyal etkinliklerinin önümüzdeki günlerde de devam edeceğini belirtti.

(go)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN