Amedspor bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Kobanê' 2-1 qezanç kir
AMED (DÎHA) - Amedspor di maça hefteyî ya bi Maraşsporê li stada xwe de lîsîtî 2 û 1 qezenc kir. Alîgirên Amedsporê di dema maçê de dirûşmeya "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin û piştgiriya xwe ya ji Kobanê re diyar kirin.
Amedspor a ku di Spor Toto Koma Sor a 2'êmîn Lîgê (Spor Toto 2. Lig Kırmızı Grup) di lîze li Tesîsên Amedspor ên li Şilbê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê bi Maraşsporê re hemberî hev hatin. Alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî maçê dan û bi çoşeke mezin piştgirî dan tîma xwe Amedsporê. Di turbûnên statê de pankrata "Kobanê Amed e, Amed jî Kobanê ye" hate daliqandin. Alîgirên Amedsporên di dema maçê de dirûşmeya "Bijî berxwedan Kobanê" berz kirin. Maça di navbera her du tîman de gelek bi hêz derbas bû. Her du tîman jî ji bo maçê qezenc bikin kedek mezin dan. Di maçê de Amedspor di deqeya 56'emîn de bi gola avêtî ket pêşiyê. Piştî golê Maraşspor xwe komî ser hev kir û dest bi hêzbûnê kir. Di encama vê yekê de di deqeya 69'emîn de golek avêt û rewş wekî hev kir. Hemû kes li bendêbû ku maç weke hev bi dawî bibe lê Amedspor di deqeya 90+2'an de golek avêt û maç qezenc kir.
Encama maçê Amedspor 2 Maraşsopr 1
(rd/bd)