Amedspor di Kupayê Ziraatê de, 2 û 2 ser bi ser man.
AMED (DÎHA) - Tima Amedsporê, di maça Kupayê Ziraatê ya li seha xwe de lîst 2 û 2 wekhev man.
Tîma Amedsporê ku di Spor Toto Koma Sor a 2'êmîn Lîgê û Spor Toto Ligê 3'emîn a Koma 3'emin de FBM Makina Balçovayaşam de dilîze li Tesîsên Amedspor ên li Şilbê yên navçeya Yenîşehîra Amedê bi FBM Makina Balçovayaşam re hatin hemberî hev. Ji bo Kupayê Ziraatê alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê dan û bi çoşeke mezin piştgirî dan tîma Amedsporê. Di turbûnên sehê de pankrata "Kobanê Amed e, Amed jî Kobanê ye" hate daliqandin. Lîstika di navbera her du tîman de gelek bi hêz derbas bû. Her du tîman jî ji bo qezençkirina maçê kedek mezin dan. Di maçê de FBM Makina Balçovayaşam di deqeya 4'emîn de bi gola avêtî ket pêşiyê. FBM Makina Balçovayaşam dîsa di deqeya 13'emînde bi gol avêtî bi 2 golan ket pêşiya Amedspor. Di encama vê yekê de di deqeya 19'eminde Amedspor golek avêt û bû 1-2. Hemû kes li bendebû ku maç weke hev di dawi bibe lê Amedspor di deqeya 89'emin de di penaltiyê de gol avêt û maç bi 2-2'an wekhev ma.
Lîstik, bi encama Amedspor 2 FBM Makina Balçovayaşam 2 bi dawî bû.
(rd/mae)