Turnûvaya ji bo bîranîna Murat Elîbol bi dawî bû
AMED (DÎHA) - Turnuvaya futbolê ya ji bo bîranîna Murat Elîbol ku li Amedê hat qetilkirin dest pê kiribû, bi dawî bû.
Turnuvaya futbolê ku ji aliyê Şaredariya Çinara Amedê ve ji bo bîranîna xwendekarê Zanîngeha Yuzuncu Yiyê Murat Elîbol ê di 3'ê Kanûna 2011'an de li Amedê hat qetilkirin dest pê kiribû, bi dawî bû. Şaredariya Çinarê bi şîara "Tûrnuvayê Futbolê ya Murat Elîbol a di navbera taxan de" turnuvaya futbalê dabû destpêkirin. Turnuva bi lîstika finalê bi dawî bû. Di tûrnuvayê de 16 tîm hatin hemberî hev û lîstik bi fînalê bi dawî bû. Di lîstika finalê de tîmên Elwendî û tîmên Xana Axpar hatin hemberî hev. Hevşaredarên Çinarê Ahmet Cengiz û Rukiye Eryilmaz ji lîstik temaşe kirin. Tîm, bi pankarta "Slaw li Kobanê ya dirokê dinîvîsine" derket sehê.
Di lîstikê de tîma Elwendî qezenç kir.
Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengîz. piştî maçê diyar kir ku wan ji bo bîranîna Murat Elîbol ev maç amade kirine û di şexsê Elîbol de hemû şehîdan bibîr tînin. Cengîz anî ziman ku ev turnuvaya yekem e u ew dê vê yekê bikin kevneşopiyek. Piştî axaftinê xelata 3 tîman hatin dayîn.
Xwendekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Murat Elîbol di 3 Kanûna 2011'an de dema tev li çalakiya BDP'ê ya li navçeya Rizan hat lidarxistin bû, bi guleya endamên Hîzbûlhahê ve ji pişt ve hatibû qetilkirin.
(bk/mae)