Dag: Maç ji welatiyan re girtin
AMED(DÎHA)- Ji bo Kupaya Ziraatê ya Koma G Amedsporê û Galatasaray dê di 24’ê kanûnê de li statê Atatûrk a bajar dê li hemberî hev bên. Ji bo maç bê lîstin ji ber ku stata Amedsporê biçûk bû stata bajar hat hilbijartin. Lê ligel kapasîteya statadê 13 hezar bû Lijneya Ewlehiya Sporê ya Bajar bi hinceta "talukeya hilweşanê heye" biryara 4 hezar û 600 kes maçê temaşe bikin da. Berpirsiyarê Şubeya Amedsporê Mahmut Dag diyar kir ku 4 hezar û 600 kes tenê dê lîstikê li statê temaşê bikê.
Ji bo Kupaya Ziraatê ya Koma G Amedsporê û Galatasaray di 24’ê Kanûnê de li statê Atatûrk a bajar dê li hemberî hev bên. Ji bo maç bê lîstin ji ber ku stata Amedsporê biçûk e stata bajar hate hilbijartin. Ligel kapasîteya statadê 13 hezar e jî Lijneya Ewlehiya Sporê ya Bajar bi hinceta "talukeya hilweşanê heye" biryara 4 hezar û 600 kes maçê temaşe bikin da. Berpirsiyarê Şubeya Amedsporê Mahmut Dag bertek nîşanî vê yêkê da û got ku maça Galatasarayê dê di 24'ê kanûnê de li stada bajar ê bi lehîstîn û wiha got: "Lê Midûriyeta Bayindirlikê ji stata kapasîteya wê 13 hezar re rapora teknîkî ya 'talukeya hilweşînê heye' da. Li gorî vê raporê 4 hezar û 600 kes tenê dê maçê temaşe bikin. Me ji bo ku biryar bê guherîn bi Waliyê Amedê û Lijneya Ewlehiya Sporê ya Bajar re hevdîtinin pêk anîn. Maça Amedspor û Galatasarayê ji bo Amedê pir girîng e. Li Amedê hezaran kes dixwazin maçê temaşê bikin. Ne tenê Amedê bajarên din ên Kurdîstanê jî gelek kes tê bên Amedê û dixwazin maçê temaşê bike. Em dixwzin tavahiya statê ji alîgirên Amedsporê re bê vekirin û hemû kesên dixwazin biçin maçê temaşe bikin. Lê mixabin tenê 4 hezar û 600 kes dikarin maçê di statê de temaşê bike."
Dag diyar kir ku her heftê li statê Atatûrkê ya bajar maçê tên lîstin. Dag, anî ziman ku heke pirsgirêka hilweşînê ya stadê hebe bila ti tevahî hilweşînin û wiha axivî: "Li wir dixwazin AVM'an çêbikin. Em jî dixwazîn cihê stadê bibe qada şînahî. Piştî çend sal şunda yekemîn tîmeke Lîga Super a Tirkiyeyê tê Amedê. Li Amedê gelek alîgir û heskerên Galatasarayê hene. Heke bixwazin em dikarin her du maçan li stada Galatasarayê ya Stenbolê bilîzîn. Lê maç hem ji bo me yanî Amedspor û hem jî ji bo gelê Amedê girîng e. Biryareke wisa ji gelê Amedê re neheqiyekî mezin e. Kapasîteya tesîsên me yên Amedsporê kêm e."
Dag da zanîn ku ew dixwazin maçê qezenc bikin û wiha pê de çû: "Em dixwazin maçê qezenç bikin. Em dixwazin maç di nava xweşbûnî û dilgeşiyê de bi dawî bibe. Hemû hevalên me yên lîstîkvan û ekîba teknîk Direktorên me bi hêz xwe amade dikin."
(rd/bd)