Amedspor ji bo lîstikê xwe amade dike
AMED (DÎHA)- Amedspor a ku di Koma G a Kupaya Ziraatê de cihê xwe digire ji bo li lîstikên xwe qezanc bike kedek mazin dide. Lîstîkvan her roj ji bo lîstikan xwe amade dikin. Kalevan Levent Taşkin diyar kir ku lîstika ku dê bi Galatasarayê re bilîzin ji bo wan gelek girîng e û dixwazin lîstikê qezenc bikin.
Amedspor ya ku di Koma G a Kupaya Ziraatê de cih digire û Galatasaray dê di 24'ê Kanûnê de li stata Ataturk a Amede bên pêşberî hev. Lîstîkvan û ekîba teknîk Dîrektor ji bo qezanc kirina lîstikê kedek mezin didin. Lîstîkvan her roj ji bo lîstikan xwe amade dikin. Kalevan Levent Taşkin derbarê lîstikê de axivî. Taşkin diyar kir ku lîstika wan a bi Galatasarayê re ji bo wan gelek girîng e û wiha got: "Em dixwazin lîstika bi Galatasarayê re qezenc bikin. Em her roj li vir dixebitin. Piştî çend sal şûnde yekemîn tîmeke Lîga Super a Tirkiyeyê tê Amedê. Ev jî ji bo Amedê tiştek pir giring e. Em dixwazin lîstika Galatasaray qezanç bikin û diyarî alîgirên Amedêsporê bikin. Em dixwazin maç di nava xweşbûnî û dilgeşiyê de bi dawî bibe. Em dixwazin 1- 0 be jî serkeftin ya me be."
Kaptanê komê Şehmuz Ozer jî bilêv kir ku Galatasaray timeke mezine û wiha axivî: "Lîstika Galatasarayê ji bo me pir girîng e. Em ne tenê ji bo lîstika Galatasarayê ji bo hemû lîstikan xwe amade dikin. Dê kî lîstikê qezenc bike ne diyare. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em hêvî dikin ku em ê lîstikê qezenc bikin."
Lîstîkvanê bi navê Bariş Ataş da zanîn ku li pêşiya wan ne tenê lîstika Galatasarayê heye, lîstika bi Eskişehirê jî heye û wiha got: "Em dixwazin lîstikê qezenc bikin û diyariya mezin bidin aligarên Amedspor û gelê kurd. Bila lîstik bi xweşbûnî û dilgeşiyê derbas bibe."
Teknîk Direktorê bi navê Çoşkun Demîrbakan jî destnîşan kir ku ew dixwazin lîstikê qezenc bikin û wiha pê de çû: "Em amadekariyên xwe dikin. Em çawa ji bo hemû lîstikan xwe amade dikin ji bo Kupaya Ziraatê ya Koma G a bi Galatasarayê re jî wiha xwe amade dikîn. Lîstika Galatasarayê ji bo me girîng e. Ne tenê lîstika Galatasarayê ya Eskîşehîr jî heye. Em dixwazîn Galatasarayê an jî Eskîşehîrê paş xwe bihêlin ji komê derkevîn."
(rd/mb/wk)