DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Galatasarayê bi gulan pêşwazî bikin

 
22 Kanûn
11:43 2014

AMED (DÎHA) - Serokê Turîbûnê yê Koma Şehr-î Amed a alîgarên Amedsporê Aziz Ay diyar kir ku biryar hatî dayîn çima ji bo mîhrîcana zebeşan nehate dayin û bi deh hezaran kes qet hindirê statê. Ay anî ziman ku çima bi hezaran kesan mîhrîcan temaşe kirin çima lîstika Amedspor û Galatasarayê temaşe nakin.

Amedspor ya ku di Koma G a Kupaya Ziraatê de cih digire û Galatasaray dê di 23'ê kanûnê de seat di 17.00'an de li stata Ataturkê ya Amede bên pêşberî hev. Alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî lîstîk didan û bi çoşeke mezin dê piştgiriyê bidin tîma xwe. Ligel kapasîteya statadê 13 hezar e Lijneya Ewlehiya Sporê ya Bajar bi hinceta "talukeya hilweşanê heye" biryara 4 hezar û 600 kes maçê temaşe bikin da. Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kir ku naxwazin welatî lîstika Amedspor û Galatasarayê temaşe bikin. Serokê Komeleya Şehr-î Amed Zulkuf Îşlek jî bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku kapasîteya statadê 13 hezar lê tenê 4 hezar û 600 kes dê lîstikê temaşe bikin û wiha got: "Lîstîka Galatasarayê ji bo me pir giring e. Em dixwazin tavahiya statê ji alîgirên Amedsporê re bê vekirin û hemû kesên dixwazin biçin lîstîkê temaşe bikin. Lê mixabin tenê 4 hezar û 600 kes dikarin lîstîkê di statê de temaşê bike. Dema Galatasarayê hate Amedê em ê bi gulan wan pêşwazî bikin. Li Amedê ji sedî 80 kes heskerên Galatasarayê ne. Bilet nemane. Alîgarên Amedspor nikarin maçê temaşe bikin. Em Galatasarayê bi dilxweşî pêşwazî bikin. Dirûşma lîstikê biratî ye."

Serokê Turîbûnê yê Koma Şehr-î Amed a alîgarên Amedsporê Aziz Ay jî diyar kir ku biryar hatî dayîn çima ji bo mîhrîcana zebeşan nehate dayin û bi deh hezaran kes qet hundirê statê. Ay anî ziman ku çima bi hezaran kesan mîhrîcan temaşe kirin çima lîstika Amedspor û Galatasarayê temaşe nakin û wiha got: "Bila çareseriyekî bibînîn. Li Amedê hezaran kes dixwazin maçê temaşê bikin. Bila rayedar û walî hemû kes bila çareserîyek bibînin. Niha bilet tunene. Ji ber vê yêkê welatî nikarin lîstikê temaşê bikin."

(rd/bd/wk)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN