DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Êrîşên DAIŞ'ê bandorek neyînî li ser bazirganiya herêmê dike

 
23 Kanûn
09:05 2014

ERDOGAN ALTAN/SEBAHATTÎN KOYUNCU

ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yê li ser Herêma Federal a Kurdistanê pêk anî bazirganiya li ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re tê kirin sedî 70 ket û bandoreke neyinî li ser welatiyên herêmê dike.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li hember Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê kir bandoreke neyînî li ser aboriya bakurê Kurdistanê û Tirkiye kir. Îxrecata ku Tirkiye bakûrê Kurdistanê û Iraq di rêza 2'yemîn de ne û ev îxracat piranî li ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re tê kirin. Lê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hin herêmên Başûr û Iraqê xist destê xwe bazirganiya li ser Xabûrê ji sedî 70 kêm bûye.

'Gelek fîrma xwe kişandin'

Derbarê bazirganiya li ser Xabûrê re tê kirin Serokê Şaxa Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Silopî Kemal Palta nêrînên xwe parve kir. Palta da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bandorek gelekî neyînî li ser gelê herêmê kir û wiha axivî: "Piştî êrîşan ji Deriyê Sînor ê Xabûrê heya Mêrsînê karê fîrmayên ku bazirganiyê dikin hema hema sekinî." Palta diyar kir ku fîrmayên ku li herêmê ne bazirganiya wan hemû li ser Herêma Federal a Kurdistanê ye û wiha got: "Ew fîrmayên ku bazirganiya wan li ser Başûr e gelekan dev ji kar berdan, bi taybetî jî fîrmayên ku di sektora înşaatê de ji herêmê derketin û karê xwe li erdê hiştin."
Di serî de aboriya welatiyên Silopî û herêmên din dijîn girêdayî Deriyê Sînor ê Xabûrê ye. Gelek welatiyan jî wesayîtên xwe bi deyn dikirin û dema rewşa bazirganiya li ser Xabûrê nebaş be ev welatî nikarin pereyê bonoyên xwe derxin. Ajokarê bi navê Nureddîn Tosun ku ew jî li ser xeta Xabûrê dixebite got ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bazirganî kêm bûye û fîrmayên îxracatê dikin jî kirêya ku didan me kêm kirine. Tosun da zanîn ku bazirgan vê rewşê ji xwe re weke firsendekê bi kar tînin û axaftina xwe wiha domand: "Bi taybetî bazirganên li Silopî dema ev êrîş pêk hatin kirêya ku didan me kêm kirin, ji ber kirêya kêm tu fêde nagihêje me û em êdî nikarin bixebitin."

Di rojên dawîn de piştî ku hêzên YPG'ê, HPG'ê û pêşmergeyan derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xist, hêdî hêdî rewşa bazirganiya li ser Xabûr re tê kirin baş dibe. Lê ligel vê rewşê jî wesayîtên diçin Başûr li ser sînorê Tirkiye tên sekinandin û bi kîlometreyan dûr û dirêj dibe. Ajokarên ku diçin Başûr li ser nêzîkbûna berpirsyarên deriyê sînor bi qasî 10 rojan li aliyê Herêma Federal a Kurdistanê diminîn û di mehên zivistanê de zehmetiyan dikşîn in.

(Wêne: Nedîm ORUÇ)

(ea/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN