Heyeta Îmraliyê lîstika Amedspor û Galatasarayê temaşe kir
AMED (DÎHA) - Lîstika Amedspor û Galatasarayê ya Kupaya Ziraat a Tirkiyeyê di bin dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" de hat lîstin û Galatasarayê 4-1 Amedspor têk bir.
Amedspor û Galatasaray di lîstika sêyemîn a Koma G a Kupaya Ziraat a Tirkiyeyê li Stata Ataturkê ya bajar li hemberî hev hatin. Berî lîstikê dema alîgirê diketin statê di navbera polîs û alîgiran de rageşiyek kin derket. Eleqeya welatiyên Amedê ya li hemberî lîstikê zêde bû û ji ber ku di statê de bi sînor alîgirên Amedsporê dihatin girtin gelek kes derveyî statê man û mexdûr bûn. Ji ber vê yêkê alîgirên Amedsporê di standê de bi dirûmeyên berz kirin bertek nîşan dan. Ligel eleqeya welatiyan eleqeya siyasetmedaran jî zêde bû. Parlementerên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Mulkiye Bîrtane, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Waliyê Amedê, rêveberên DBP'ê, hevşadarên navçeyan û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl ên civakî lîstî di tûrbînê de temaşe kirin. Di statê de pankarata "Em hes ji te dikin lê em hes ji kesê hej ji te jî dike, dikin", "Kurdistan ranekev Roboskiyê ji bîrneke", "Ji bo qêrîna azadiyê spor destpêkeke" û di turbîna alîgirên Galatasarayê de jî pankrata "Galatasaray û Amedspor bira ne" hatin vekirin. Di turbînan de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" "Bijî berxwedana Kobanê", "Kurdistanê dê ji faşîzmê re bibe gor" û "Ev der Kurdistanan e ji vir derketin tuneye" hatin berzkirin. Di turbînan de alîgirên Amedsporê sruda "Çerxa Şoreşê" xwedin û starana "Dîren ha Diyarbekîr" gotin.
Her du tîm di bin çepik û eleqeyek mezin derketin qadê. Hem Amedsporê hem jî Galatasarayê ji bo lîstê qezenc bikin ewil bi kontrol dest bi lîstikê kirin. Êrîşên her du tîman ên li hemberî hev çêbûn lê gelek bi hêz nebûn. Piştî demek şunda lîstikvanên Galatasarayê hêdî hêdî giraniya xwe danîn ser lîstikê û di deqeya 32'an de lîstîkvanê Galatasarayê Goran Pandev golek avêt û 1-0 derket pêş. Pişt re tîma Amedspor dest bi êrîşan kir û di encama van êrîşan de di deqeya 43'an de lîstikvanê Amedsporê Ertan golek avêti û rewş kire 1-1 û beşa yekemîn a lîstikê wekî hev bi dawî bû. Beş duyemîn a lîstikê bi giraniya Galatasarayê re debas bû. Di deqeya 69'an de Bruma rewş kir 2-1, di deqeya 81'an de Olcan û di deqeya 85'an de jî Yekte li ser navê Galatasarayê gol avêtin û rewşa lîstikê kirin 4-1. Lîstik bi Amedspor 1 Galatsaray 4 bi dawî bû.
Teknîk Direktorê Amedsporê Coşkun Demîrbakan, di civîna çapemeniyê da axivî û diyar kir ku lîstikvanên tîma wî baş lîstin û lîstikvanên xwe pîroz kirin. Demîrbakan anî ziman ku stat ji alîgiran re sînorkirin tiştek baş nebû û wiha got: "Heke ewlehiya canê mirovan biparêzin ev yek kes jî be tu ferq tuneye. Lê bi hinceta raporê heye tenê destûra 4 hezar kesan hate dayîn. Ev tiştek rast nîn e." Lîstikvanê Amedsporê Erhan Eren jî di destêka axaftina xwe de alîgirên tîma xwe pîroz kirin û diyar kir ku ya ji destê wan hat kirin.
Teknîk Dîrektorê Galatasarayê Hamza Hamzaoglu jî tenê pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku tîma wî baş list û lîstikvanên xwe pîroz dike. Hamzaoglu ji Amedsporê re jî serkeftin xwest.
Piştî lîstik bi dawî bû demek kin di navbera polîs û alîgiran de pevçûn derket. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li alîgirên Amedsporê kirin û piştî demek şunda pevçûn bi dawî bû.
(rd-bd)