DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Li Geverê ji ber sewqiyata leşkerî esnaf ber îflasê ne!

 
30 Kanûn
09:06 2014

SAMÎ YILMAZ

COLEMÊRG (DÎHA)
- Piştî fermana serokwezîr polîs û leşker li navçeya Geverê ya Colemêrgê "terorê" pêk tînin û sewqiyatên leşkerî gel bêzar kir û esnaf jî ji ber hewldanên provokatîf ên leşker û polîsan zirara aborî dijîn.

Piştî "fermana taybet" ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu polîs û leşker li navçeya Geverê ya Colemêrgê her dem dixwazin rewşa pevçûnê bi afirîne. Piştî paketa AKP'ê ya "parastina cemawerî" bi rojane li navçeya Gevera Colemêrgê wesayîtên zirxî tên sewqkirin, polîs û leşker bênavber bombeyên gazê, bombeyên deng, ava şid û guleyên plastîk di avêjin taxan û terorê pêk tînin ev ji dibe sedema esnaf derabeyên xwe bigrin. Ev bûyer di nava du rojan de bi giştî di be sedema 4 saet esnaf derabeyên xwe bigrin, esnafên derabeyên xwe digrin jî ji bo deynê xwe yê banka, şîrket û kirayan de zehmetiyê dikêşin. Dîsa di van êrîşan de camên sedan kargehan bi bombeyên gazê hatin şikandin, gelek wesayîtan jî zirerek mezin dît. Ev pêk anîn nêzî mehek û nîve dewam dike û esnaf li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan dan. Gelek welatiyan der barê bûyerê de li dozgeriyê serlêdana sûc kir lê belê heya niha tu bersiv ji nehatiye dayîn.

'Piştî her bombeyê gazê em nêzî 10 qase masî di avêjin newalê'

Esnafê bi navê Mehmet Tekîn ê kargeha wî herdem rastî êrîşa polîsan tê diyar kir ku "pêwîste bi tu awayî gelê me yê hewildanên provokatîf. Ev dixwazin zaroka û ciwanên Geverê bikujin. Bila herkes xwe bi parêze. Armanca van ew e ku ciwanan darxin qadan û bi hincetan ciwanên me bi kujin." Xebatkarê bi navê Arafat Temel jî yê ku li navçeyê ji bo debara xwe masiyan difiroşe ev tişt anî ziman: "Tevî pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê me ve hatiye destpêkirin, dewlet di bin navê sewqiyatê de di nava hefteyê de 3 rojan me dibin bombeyê gazê de dihêle. Hemû esnaf derabeyên kargehên xwe digrin lê belê em jî ji ber her bombeyek gazê 10 qase masî di avêjin newalê."

'Ev sewqiyat esnafên navçê ber bi zerêrê ve dibe'

Mevlît Terzioglu jî diyar kir ku ev sewqiyat esnafên navçê ber bi zerêrê ve dibe û wiha axivî: "Ji ber bombeyên gazê camên kargehan dişkên, xurdemeniyên qirêj dibin necar dimînin ku bavêjin sergoyê. Eger 10 roj esnaf derabe veneke ev ji debe îflasaesnafan." Terzioglu anî ziman ku ev bûyer di nava du rojan de bi giştî di be sedema 4 saet esnaf derabeyên xwe bigrin, esnafên derabeyên xwe digrin jî ji bo deynê xwe yê banka, şîrket û kirayan de zehmetiyê dikêşin.

Sewqiyat leşkerî ya li navçê tê kirin bi taybet di derketina zarokan ya ji dibistanê, bi taybet xwendekarên ji dibistana Cumhuriyetê û Gaziyê de 2 hezar xwendekar derdikevin di dema sewqiyatê de di mînin di nava bombeyên gazê de. Di serî de malbatan û rêxistinên DBP'ê û HDP'ê ji bo ku xwendekar rastî êrîşa polîsan neyên serî li midûriyeta navçê ya perwerdehiyê da ku xwendekaran di dema sewqiyatê de bernedin ji derve.

(oî/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN