Li Mêrdînê civîna aboriyê
MÊRDÎN (DÎHA) - Komsiyona Aboriyê ya KCD'ê û DBP'ê li Mêrdînê civîna xwe ya aboriyê li dar xist.
Komsiyona Aboriyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li salona Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civîna xwe ya aboriyê li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê û nûnerên Saziyên Civakên Sivîl tevlî civînê bûn. Endamê Komsiyona Aboriyê ya KCD'ê Ercan Arslan anî ziman ku aborî bingehê herî giring yê civakê ye, civak pêwîste xwe bi xwe bikare aboriya xwe pêk bîne û bi xwe sîsteme xwe ava bike. Arslan bilêv kir ku aborî bûyerek hişmendiyê ye û wiha got: "Saziyên me yên KCD'ê û BDP'ê li Kurdistanê polîtîkayên aboriya xwe û di vê çarçoveyê de pêwîste hemû gelê me gavên hevbeş bavêje. Di Kurdistanê de weke gel, em ê têkoşînek cidî bi meşînin. Em weke rêxistinek siyasî, nêrîna me ya aboriyê, wê polîtîkayên me yên aboriyê çawan be, em ê çawa tevbigerin? Di vê mijarê de xebatek cidî li benda me ye. Niha 5 atolye, 3 kom civîn û konferansek li dar xist. Ev kom civînek cidiye."
Arslan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku tevî ku em li ser cihek yê dewlemendiyên me yên ser erd û bin erd din jî, em rastî pirsgirêkên debarê yên gel tên.
Arslan anî ziman ku weke gel weke siyaset û hemû sazî di nava bendewariyekê de ne, em ji bo vê bendewariyê bibin bersiv. Arslan bi birxist ku xebatên aboriyê weke xebatên gel dinirxînin, qadên afirandinê em bêxin nava jiyanê. Arslan diyar kir ku xebatek komun bi rêve dibin û got ku em ê li her herêmê kom civînê xwe pêk bînin.
Civîn bi pêşniyar û pirsa bi dawî bû.
(oî/wk)