'Çeteyên DAIŞ'ê ji bo Heremê Fedaral a Kurdistanê baş bûye'
HASAN YOLDAŞ
AMED (DÎHA) - Endamê Hindekariyê Zanîngeha Dûhokê Serdar Mosa Sharif der barê petrola Kurdistanê û bazara cîhanê de axivî û diyar kir ku ji serê salê ve li Herêma Federal a Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê derdikeve. Sharif, îdîa kir ku hatina çeteyên DAIŞ'ê ji Herema Fedaral a Kurdistanê re baş bûye.
Di sedsala dawî de li cîhanê şerê herî mezin û dijwar li ser petrolê tê meşandin. Di warê çavkaniyên binerd û sererd de Kurdistan jî ji ber gelek dewlemende, hêzên nawneteyî û kapîtalîst li ser çavkaniyên Kurdistanê planên qirêj amade dikin û dixwazin bi listokan wan çavkaniyan bi dest bixin. Endamê Hindekariyê Zanîngeha Dûhokê Serdar Mosa Sharif der barê petrola Kurdistanê û bazara ve ya di navbera Erbîl-Enqerê-Bagdat û Washîngtonê de ji DÎHA'yê re axivî.
Sharif diyar kir ku li herêma Kurdistanê li gorî hêjmarên fermî yên tomarkirî rojane, li Herêma Federal a Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê derdikeve û bi rêya boriyan, ji Herêma Federala Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re ji bo bazara cîhanê tê birêkirin. Sharif got ku bi vê re jî 300 hezar bermîlên neftê ji nefta Kerkûkê te peydakirin. Sharif destnîşan kir ku li nexşeya herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîlên petrolê tê derxistin û ji bo bazarên cîhanê tê şandin. Sharif diyar kir ku ev yek ji 1'ê çileya 2015'an ve bûye danustandina bi hikimeta Iraqê re. Sharif bilêv kir ku berî niha jî hikimeta Kurdistanê rojane 100-150 hezar bermîlên neftê ji bo Tirkiyê dihat şandin.
'Etonal nikare şûna petrolê bigre'
Sharif destnîşan kir ku niha li Emerîkayê çavkaniyek din a bi navê etanol ku li şûna petrolê te bikar anîn, him bi petrolê re him jî bê petrol bikaranîna ve dibe hatiye peydakirin. Şharif bal kişand bandora veya li ser bazara petrola cîhane û wiha got: "Di xwezayê de roj bi roj teknolojî pêş dikeve û roj bi roj hikimetên cîhanê plan, bername û stratejiyên nû derdixin da ku bikarin ji aliyê wizeyî ve ji aliyê dahatê ve serbixwebin." Sharif anî ziman ku peydakirina etanol wê bandorek mezin li ser nirxa neftê ya li ser asta cîhanê bike û wiha got: "Ger bikaribe berhemek rêjeyek baş etanol were derxistin, jî ew dewleta ku etanolê derdixe bikare bifroşe ji bo bazara cîhanê wekî dahatek e.
Heta niha jî etanol nekariye bigihîje wê astê ku hemberiye (rekabet) bi neftê re bike. Nefta xam li cîhanê ku tê kirînê dewlet difroşin yan jî dikirin. Ji vê nefta xam tenê neft nayê derxistin petro kîmyayî barê berhemanînê ji nefta xame pilastîk, gaz, neft, benzîn, benzîna firokan pir berhem tê derxistin. Ev berhem di nav etanolê de nîn in. Tu nikarî van berheman ji etanolê derbixi. Belê kêbekêyekê çêbe li ser neftê, lê bes her wêxt dê neft rola xwe ya serekî hebe û di aboriya cîhanê de bê."
Hatina DAIŞ'ê bi xwe re lihevkirina hikûmeta heremî û Iraqê anî
Sharif der barê bandora çeteyên DAIŞ'ê ya li ser bazara petrolê de jî axivî û wiha got: "Bandora DAIŞ'ê ya li ser bazara neftê bandoreke nagatîfe. DAIŞ'ê kariye bi şerê xwe sîstema boriyên petrolê yên dewleta Iraqê her wisa jî Suriyê têkbide (serûbin, tevlîhevkirin). Heta kengê DAIŞ wê wisan berdewam bike. Rojane DAİŞ çend bermîlên neftê difroşe bi rêya qaçax an Tirkiyê yan jî dewletên din be. Evê demeke kurt wiha bidomîne lê demekî direj dewam nake. Ez bawerim di demê bê de bikaribin vê mijarê kontrol bikin. Her wiha peywendiya herêma Kurdistanê bi hikumeta Iraqê re bi êrîşên DAIŞ'ê re bû faktorek pozotîf. Bu sedama nêzîkirina hikimeta herêma Kurdistanê û Baxdayê ya bi hevre. Ve yekê jî pêşî ji hikimeta Iraqê siyeseta nefta herêma Kurdistanê siyasetekî baş û serkeftî buye. Bi hatina DAIŞ'ê hikimeta herêma Kurdistanê kariye boriyeka neftê ya gazê jî çêbike û bigihîne bazara cîhanê. Niha jî eger hatina DAİŞ'ê re nefta Kerkukê ketibe bin destê DAİŞ'ê, ew dazgahên hatibûn xirabkirin hikimeta Iraqê û herêma Kurdistanê li ser bi hevkirine ku nefta Kerkukê bête girêdan ji bo boriya nefta herêma Kurdistanê bi şêweyeke silametî bigihe bazara cîhanê."
'Hatina DAIŞ'ê bi taybetî bandora xwe li ser hikûmeta Iraqê kir'
Sharif destnîşan kir ku bi taybetî hatina DAIŞ'ê bandora xwe li ser petrola Iraqê kiriye lê li aliyê din jî ketina petrolê ya di bazara cîhane de bandora xwe li aboriya herêma Kurdistanê û ya Iraqê kiriye. Sharif bilêv kir ku ev yek di demek kurt de çebûyê û ji aliyê aborî ve hikimeta Iraqê îflaz kiriye. Sharif anî ziman ku divê hikûmeta Iraqê ji bo qeyranê derbas bikê di nav hewldanên mihîm de bê û wiha pê de çû: "Jiber ku nebûna aboriyê nebûna dahatê (gelîr) ji bo rêvebirina kar û barên hikimetê de bandoriyeke gelek mezin li ser tevahiya civaka Iraqê û herêma Kurdistanê dê bike."
'Hatina DAIŞ'ê ji bo hezbuyîna Heremê Kurdistanê baş bûye'
Sharif di dawiya axaftina xwe de derbirî tekîliya çeteyên DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de diyar kir ku heya îro li ser çapemeniyê di vî warî de gelek tişt derketinê û got: "Belê niha ev têkiliyeke leşkerî Tirkiye bi çeteyên DAIŞ'ê re li ser sînorê Kobanê yan jî li ser sînorê Suriyê heye. Lê ma tu dikarî bêjî ev siyaseta hikimetê ye yan siyeseta yek kesî yek leşkerî ye. Dewlet jî dikare xwe biparêze û bêje 'ez nakim.' Dibe ku rewş wiha dixwaze ku Tirkiye heta aliyekî têkiliyên xwe bi DAİŞ'ê re hebe. Bes divê berpirsên Tirkiyê bersiva vê yekê bide. Têkilî bi rêxistinekî bike ku rêxistinek terorîst be ku rastî cîhanê hatiye ku li ser asta cîhanê hêzeke koalîsyon, hevpeymaniyek hatiye çêkirinê ku beşdarbe ji tunekirina vê re. Heta niha civaka navnetewî bi taybet Emerîka û Evrupa diyare bersiva daxwaza Tirkiyê nedaye. Li gorî em dizanin siyesetmendarên Tirkiyê dibêjin 'em nikarin vî sînorê xwe yê 900 kîlometre pêk teyî kontrol bikin. Niha Washington-Erbîl-Enkara û Bexda gihiştine wê baweriyê ku pêwîste ev herçar alî bi hevre karbikin. Da ku ev petrol biçe bazara cîhanê. Da ku Iraq ji vê qeyranê rizgar be. Yanî hatina DAIŞ'ê ji bo hêz bûyîna Herema Kurdistanê buyê tiştekî û mijarekî baş."
(byt-hy/mae)