Amedspor formên alîgirên xwe îmze kirin
AMED (DÎHA) - Gogbazên Amedsporê, li navçeya Peyasê ya Amedê Kargeha Ceylan Karavîlê ji bo alîgirên Amedsporê forma îmze kirin.
Gogbazên Amedsporê, li navçeya Peyasê ya Amedê Kargeha Ceylan Karavîlê, ji bo alîgirên Amedsporê forma îmze kirin. Hevserokên tima Amedsporê Îhsan Avci, Semra Budak, antrenor û lîstîkvanên Amedsporê tevlî bernameya îmzekirina formyan bûn. Alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî dan û bi çoşeke mezin piştgirî dan tîma xwe. Li eywana ku forma hatin îmzekirin stranên kurdî hatin lêxistin.
Berpirsiyarê Amedsporê Mahmut Dag derbarê Amedsporê agahî da çapemeniyê. Dag diyar kir ku nêzikê 3 meh berê kongreya xwe ya asayî li dar xistin û wiha got: "Di kongreyê de navê tîma sporê ya Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê bû Amedspor. Li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê bertêkên erênî ji bo guhertina navê Amedsporê ji me re hatin. Em bi vê kêfxweş bûn. Em ê bi awayekî herî baş bi Amedsporê Kurdistanê temsîl bikin."
Piştî îmzekirina formeyan merasîm bi dawî bû.
(rd/byt/wk)