DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Marketên mezin dikanan yek bi yek daduqurtînin

 
22 Sibat
09:00 2015

ÎDRİS YILMAZ

WAN (DÎHA)
- Piştî erdheja li Wan û Erdîşê pêk hat, gelek dikan hilweşiyan û esnafan zerarek mezin dît. Piştî gelek dikan hilweşiyan, sermayeya kesk li Erdîşê dest bi vekirina rêzemarketên mezin kirin. Ji ber rêzemarketên mezin hatin vekirin dikanên biçûk yek bi yek têk diçin. Marketên mezin ku li nava dikanên biçûk tên vekirin yek bi yek dikanan daduqurtînin û wan tune dikin.

Sermameya kesk, piştî erdheja li navçeya Erdîşa Wanê pêk hat, dest bi avakirina rêzemarketên mezin kirin. Sermameya kesk ku wekî dijminê dikanên biçûk tev digere, ji hilweşandina dikanan sûd girt û bi lezgîn dest bi avakirina rêzemarketên mezin kir. Sermayeya kesk, niha li navçeya Erdîşa Wanê wekî kîvarkan rêzemarketan vedike û hemû esnafên biçûk yên Erdîşê têk birin. Sermayeya kesk, bi taybetî marketên bi navê A-101 û BİM li gelek taxan vedike û hemû dikanên derdora xwe tevan daduxurtîne. Di demên dawî de ji bo 6 rêzemarketên din serî li Şaredariya Erdîşê hat dayîn. Şaredariyê rûhset da 2 marketan û 4 serlêdan jî hêj li benda bersîva şaredariyê ne. Esnafên dikanên biçûk bertek nîşanî vê yekê dan û polîtîkaya dewletê ya li hemberî esnafan rexne kir. Esnafan anîn ziman ku ji ber marketên mezin yek bi yek dikanên xwe digirin û êdî nikarin kar bikin. Esnafan, destnîşan kir ku ji ber van marketan tev betal dimînin. Esnafê bi navê Mehmet Enis Îmamoglu, destnîşan kir ku piştî erdheja li Erdîşê pêk hat, aboriya Erdîşê têk çû û esnafên biçûk zerarek mezin dît. Îmamoglu, bilev kir ku sermayeya kesk ji vê yekê sûd girt û di nava salekê de 6 market vekirin û wiha got: "Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan soz dan esnafan ku birînên wan derman bike. Lê 4 sal derbas bûn, hêj soza xwe pêk neanî. Niha navçe bûye xerabe. Hem soza xwe pêk neanî û hem jî destûr nade ku esnaf li ser piyê xwe bisekinin. Esnafên biçûk tevan îflas kir û dikanên xwe girtin. Armanca van marketên mezin ewe ku hemû dikanên biçûk bide girtin. Divê gelê me li hemberî vê yekê hestiyar tev bigere."

‘Hêza me nema'

Esnafê bi navê Mehmet Şirin Ataç jî anî ziman ku wî bi dikanek biçûk a fêkî û team 12 kes xwedî dikir û wiha got: "Lê piştî erdhejê gelek marketên mezin hatin vekirin. Marketên mezin darbeyek mezin li esnafên biçûk xist. Ji ber malê xerab tîne û erzanî difiroşe. Ji ber erzane gel diçin li wir eşya distînin. Ji ber vê yekê esnafên biçûk îflas dikin û deriyên dikanên xwe digirin." Ataç, anî zinan ku marketên mezin gelek hîle û fena li welatiyan dikin û hem ji giramên mal didizin û hem jî ji kalîteya mal didizin û welatiyan dixapînin. Ataç, da zanîn ku market qet bi deyn nadin, lê dikan heta 3 salan jî malê xwe bi deyn didin welatiyan.

Esnafê ku 10 salin li Erdîşê esnafe Aydin Îşleyen jî bertekên xwe yên li hemberî marketan wiha anî ziman: "Ji ber marketên mezin hatin vekirin em êdî nikarin alavan bifiroşin. Li navçeya Erdîşê ji her 500 metreyî marketek mezin hatiye vekirin. Ji ber vê yekê esnafên biçûk yek bi yek îflas dike û deriyê dikanên xwe digirin.


Serokê Odeya Sinhetkar, Xwaringeh û Dikandaran a Erdîşê Cebîr Gormuş, anî ziman ku piştî erdheja 2011’an esnafan di qada aboriyê de zerarek mezin dît û esnaf hêj nehatine ser halê xwe. Gormuş, anî ziman ku niha esnafên Erdîşê di nava şert û mercên gelek zahmet de dixebitin û wiha got: "Esnafên me yên biçûk êdî ketine halê ku deriyê dikanên xwe bigirin. Dikan û fêkîfiroşên biçûk li hemberî marketên mezin êdî îflas dikin. Ji bo parastina esnafên biçûk divê gelê me û şaredariya me hesas tev bigere û em mafê esnafên biçûk biparêzin."


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN