Tîma Jinan a Amedsporê 4-1 qezanç kir
AMED (DÎHA) - Tîma futbolê ya jinan Amedspor a di 3'emîn Lîga a Jinan a Spor Totoyê de dilîze di lîstika li hemberî Kahramanmaraşgucuspor de 4-1 qezenc kir
Tîma futbolê ya Jinan Amedspor a ku di 3'emîn Lîga Jinan a Spor Totoyê de dilîze bi tîma Kahramanmaraşgucuspor re li hemberî hev hat û 4-1 qezenc kir. Lîstik li Tesîsên Şilbê yên Amedsporê hat lîstin. Lîstîkvan û ekîba antrenor a tîma jinan a Amedsporê ji bo sekeftinê kedek mezin dan. Di destpêkê lîstikê de listikvanên Amedspor bi diruşmeya "Bijî berxwedana Kobanê" dest bi lîstikê kirin. Lîstikvanên her du tîman bi pankarta "Şîdeta li hemberî jinê û cînayetên jinan rawestînin" vekirin.
Lîstik di dewreya yekemîn de wekhev bi dawî bû. Di dewreya duyemîn de di deqeya 64'emin de lîstikvana Amedsporê Dîlan golek avêt û tîma xwe 1-0 pêş xist. Di deqeya 70'emin de jî Hêvidar golek avêt û encam kire 2-0. Di deqeya 75'emin Nuresa ya Tîma Amedsporê golekî din avêt û rewş kire 3-0. Di deqeya 80'emin de jî Amedspor bi gola Buşra rewş kire 4-0. Hemû kes li bendê bû ku maç bi vê encamê bi dawî bibe lê Kahramanmaraşgucuspor di deqeya 84'emin de penalti qezenc kir û lîstikvana tîma mêvan Mistîna penatli kire gol û reşw bû 4-1 û lîsti bi vê encamê bi dawî bû.
(rd/bd)