DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

'Em ê kooperatîfan li gorî pêdiviya gelê xwe ava bikin'

 
1 Adar
09:01 2015

AMED (DÎHA) - Li Amedê 473 avahiyên kooperatîfê û kooperatîfên hilberînê ji ber zagona bazirganiyê ji aliyê Midûriyeta Sicîla Bazirganiya Amedê ve hatine girtin. Serokê Odeya Bazirganiya Sendîqayê ya Amedê Ahmet Sayar diyar kir ku sedema girtina kooperatîfan ji bo ku ji gelan re xîzmet nekirin û hatine girtin.


Li Tirkiye û Kurdistanê kooperatîfa çandînî û ajalvaniyê cihekî gelek girîng digire. Ji bo hilberîna pîşesazî û modelên hilberînên cuda bên avakirin hewceyî bi kooperatîfa komînal heye. Li navenda Amedê û navçeyên wê nezî 473 avahiyên kooperatîfan ji ber zagona bazirganiyê ji aliyê Midûriyeta Sicîla Bazirganiya Amedê ve hatin girtin.

'Kooperatîfên komunal ava dikin'

Serokê Odeya Bazirganiya Sendîqayê ya Amedê Ahmet Sayar diyar kir ku li Amedê ji bo kooperatîfên komunal pêşbikeve alternatîfên hilberînê plansaz kirine û got ku ji bo welatiyên di warê hilberînê de xebatê xwe berdevam bike dixebitin. Sayar destnîşan kir ku ji bo gelê Amedê plansaziya modelên kooperatîfê kirine û wiha got: "Ji bo pêdiviya gelan me modelên kooperatîfê guhertin û alternatîfên kooperatîfên nû ava dikin. Em dixwazin bi kooperatîfa komunal têxin rojeva xwe û bi bazirganiyek azad derkevin pêşberî wan. Di warê pîşesazî, turîzm, bazirganî, cotkarî û kesên ku dixwazin ajalan xwedî bikin em ê ligel wan bin û piştgiriya wan bikin."

'Civak di warê aborî de muaf dimînin'

Sayar destnîşan kir ku kooperatîfên avahî û çandiniyê ji aliyê qanûna bazirganiya tirk ve hatin girtin û got ku sedema girtina kooperatîfan ji ber ku xizmeta ji gelan re nekiriye hatine girtin. Sayar bilêv kir ku ew hewl didin ji bo welatiyên Amedê kooperatîfa mayînde û komûnal ava bikin û wiha pê de çû: "Em kooperatîfa xwe li gorî pêdiviya gelê me amade dikin û plansaziya xwe bi vî awayî dikin. Dema ku em li pergala kooperatîfan dinêrin ji bo berjewendiya xwe dixebitin. Bi vî şeklî civak di warê aborî de muaf dimînin. Em ji bo ku civak mexdûr nebe em plansazya kooperatîfa komunal dikin. Li gundan û navenda Amedê ji bo aboriya gelê me azad bibe û jiyaneke birûmet bijîn xizmeta me heya dawî dê berdevam bike."

(bk/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN